Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmonê nade girtiyan 28.12.2020

Li Girtîgeha Tarsûsê rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmonê nade girtiyên di greva birçîbûnê de.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAKJ’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 32’an de berdewam dike.

Li aliyê din binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Tarsûsê pêdiviyên şekir, lîmon û xwê yên girtiyên di greva birçîbunê de nadin wan.

Girtiyê bi navê Vedat Bektaş, bi rêya telefonê agahî da malbatê û anî ziman ku rêveberiya girtîgehê şekir, xwê û lîmonê nade wan. Bektaş, anî ziman ku piştî girtî ketin grevê helwesta rêveberiya girtîgehê ya li dijî girtiyan hat guhertin. Bektaş, bang li raya giştî kir û xwest bi hişyar bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv