Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nilûfer Koç: ‘Divê em pêşî li komkujiyan bigirin’

 

DIVÊ EM PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BIGIRIN
NÎLUFER KOÇ / NEWAYA JIN

Komkujîya Parîsê jî, weke hemû komkujîyên li dijî Kurdan, siyasî bû. Dewletên serdest dîsa bi qanûnên xwe armancên siyasî û berpirsyarên rastî yê komkujiyê vedişêrin. Lê ev nayê wê wateyê ku em êdî dest ji tekoşîna hiqûqî berdin. Na, tiştê ku em bi rêya tekoşîna hiqûqî ji dewletan daxwaz dikin ew e ku rastiyan veneşêrin, di vê mijarê de siyaseteke rast bimeşînin û gaveke erênî bavêjin.
(…)

Dosyaya Komkujiya Parîsê ji nû ve hat vekirin. Ji ber vê yekê, hêzên ku plansaziya komkujiyê amade kiribûn, 4 sal piştî bûyerê, ango di Hezîrana 2017’an de jî, xwestin vê carê li paytexta Belçîka Brukselê li dijî siyasetmedarên Kurd Remzî Kartal û Zûbeyîr Aydar komkujiyekê pêk bînin. Li dijî vê pîlana komkujîyê jî, di 2017’an de doz hat vekirin. Diyar bû ku ew hêzên Komkûjiya Parîsê pêk anîne û yên dixwestin li Brukselê komkujiyek pêk bînin, heman hêz in.
(…)

Her ku qeyrana faşîzma dewleta Tirk ya aborî û siyasî kûr dibe, dixwaze bi êrîşên li ser gelê Kurd û komkujiyan pêşî li rexneyan bigire. Ew ji rexneyan ditirse. Dewleta Tirk giliyê bi hezaran kesan ji Rêxistina Polîs a Navnetewî Înterpolê kiribû, lê piştî Înterpolê destnîşan kir ku ji van kesan gelek ji wan bêsûc in û daxwaza dewleta Tirk red kir. Erdogan vê carê xwest bi rêya hêzên xwe yên taybet planên xwe bixe dewrê. Ji bo kuştina siyasetmedarên Kurd û kesên muxalîf hewldanên xwe zêdetir kir. Bi taybet li Elmanyayê ev kûrtir kirin.
(…)

Ji ber van hewldanên dewleta Tirk û bûyerên dawî, li gorî 9 salên borî di rojên pêş de eşkerekirina Komkujiya Parîse hinek hêsantir dibe. Lê em nikarin ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî legerîna xwe ya edaletê ku bi salan e dimeşînin, tenê bi tekoşîna hiqûqe re sînordar bikin. Ji bo edalet bi cîh were, tevî têkoşîna hiqûqî, pêwîst e çalakiyên berfireh û demdirej jî pêk werin.

Ji ber vê yekê, kampanya bi navê “100 Sedem ji bo Darizandina Dîktator“ gelekî giring bû. Di qonaxa duyemîn de jî divê hemû jin bi awayekî xurt beşdarî vê kampanyayê bibin. Bi van kampanyayan divê em tim Komkûjiya Parîsê û tevahî femînîcîda Erdogan di rojevê de bihêlin.

Li hemberî hewldanên komkujiyên dewleta Tirk, wê rûniştina dozê di Adara 2022’yan de li Brukselê pêk were. Lê heta wê demê pewîst e ku em bi çalakîyên siyasî û civakî ji dewlêtên Yekîtiya Ewrûpayê re bêjin ku “Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edalet.” Bê guman ev yek wê rêya komkujiyên din jî bigire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv