Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rauf Karakoçan: ‘Di sala nû de pirsgirêkên domdar û çareserî’

 

DI SALA NÛ DE PIRSGIRÊKÊN DOMDAR Û ÇARESERÎ
RAUF KARAKOÇAN / ANHA

Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye deverên bipirsgirêk ên herêmê ne û xuya ye di sala nû de jî rewşa wan naguhere. Tirkiye bi avakirina rejîmeke totalîter re li gel guhertina rejîmê, derbasî qonaxeke din bû û bû hêza herî êrişkar a li herêmê. Desthilat ber bi dîktatoriyeke sivîl ve guherî û hikumet bû navenda hilberandina krîza li herêmê û heta gelek deverên cîhanê. Civak xwe bêhtir tepeser kir, kiryarên faşîzane domandin, teror meşand û bi wî awayî ket sala nû.

Civaka Tirkiyê di saetên serê salê de bi pêleke nû ya zeman re rû bi rû ma. Aborî serberjêr e. Israra wî ya di polîtîkaya agresîf a derve de jî li ser ser aboriyê barekî giran e. Bêaramiya civakî û siyasî û krîza aborî di asteke giran de ye. Desthilata faşîst nikare û naxwaze siberoja xwe bibîne. Îsal jî dê bi afirandina pirsgirêkên nû hewl bide hebûna xwe bidomîne.

Heke li Tirkiyê hilbijartineke pêşwext an jî hilbijartineke serdest çênebe, dê krîzên heyî girantir bibin. Pirsgirêka Kurd jî yek ji wan e ku kesên li ser van pirsgirêkan diaxivin zêde guh pê nadin.
(…)

PDK Li gel dewleta Tirk dê pozîsyona xwe ya siyasî û xeta xayîntiya neteweyî bidomîne. Cihgirtina di nava şerê li dijî PKK’ê de, hem ji bo Başûr, hem ji bo Mexmûr û Şengalê, hem jî ji bo Rojava bûye pirsgirêkeke sereke. PDK’ê bi vê mîsyona xwe, xwe kir pirsgirêkeke herêmî. Eşkerebûna gendeliya malbata Barzanî û rêveberiya ku her diçe dişibe dîktatoriya Tirk, dê ji bo gelê Kurd bibe sedema kaosê.

Iraq bê hêz e ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike, bêyî ku tu pêşketinekê li ser pirsgirêkên xwe yên navxweyî pêk bîne û hikumeteke lawaz a bêîrade lê heye. Ji bilî bêaramiya aborî û siyasî, di heman demê de kêmasiya ewlehiyê jî lê heye. Piştî mirina fermandarê îranî Qasim Suleymanî di destpêka sala borî de, Îran li herêmê zêdetir bandora xwe ya siyasî û leşkerî didomîne. Tevî alozî û dijberiya hin hêzên Iraqê jî, hebûna Îranê dê bidome.

Her çend hebûna Amerîkayê li Iraqê bi pirsgirêk be jî, dê li ser bingeha dijberiya Îranê hebûna xwe bidomîne. Bê guman Îsraîl ku wek destê nepen tev digere, dê operasyonên xwe yên li dijî Îranê di ser Iraqê re, bi taybetî li herêma Kurdan, bidomîne. Pirsgirêkên di navbera hikumeta navendî û hikumeta herêmî ya Kurdan de jî dê di sala nû de dewam bikin.
(…)

Îran ji ber toleyên aborî lawaz bûye bêyî ku tu pêşketin di kêşeyên wê yên derve re çareser bibin. Hebûna wê ya leşkerî li Yemen, Lîbya, Sûriye û Iraqê û rewşa şer bû sedem ku di pirsgirêkên herêmî de bibe hêzeke bingehîn.
(…)

Bêçareserî ne çarenûsa vê herêmê ye. PKK yekane hêz e ku çareseriyeke alternatîf pêşkêş dike. Bi destwerdanên hêzên derve re herêm serobin bûye. Civaka demokratîk a bi pêşengiya PKK’ê, paradîgmaya neteweya demokratîk, di çareseriya pirsgirêkên civakî de xwedî roleke girîng e. Tecrubeya Rojava mînaka vê ya herî berbiçav e. Hevgirtina gelan, çanda lihevkirinê û daxwaza pêkvejiyanê, mifteyên aştiya mayînde ne.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv