Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘Li 2022’yan hêviya azadiya Rêber Apo barkirî ye’

 

LI 2022’YAN HÊVIYA AZADIYA RÊBER APO BARKIRÎ YE
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Me sala 2021’ê li pişt xwe hişt. Em hêvî dikin sala 2022’yan ji bo hemû mirovahiyê bibe saleke ku azadî, demokrasî û aştî bi pêş bikeve. Em bawer dikin ku sala 2022’yan bibe sala tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi pêş bikeve û Rêbertiyê azad bike, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne, tekoşîna bidawîkirina dagirkeriya dewleta qirker-dagirker a li Rojava û Başûr, xurt bibe.

Sala 2021’ê saleke welê bû ku tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd li her warî bilind bû. Dewleta Tirk bi artêşa xwe hewl dida ku îdîa bike li her deverê serketin bidest xistiye û dixwest têgihîştineke wiha ava bike. Li ser hin dewlet û hêzên siyasî bandor kiribû. Vê artêşê di 10’ê Sibata 2021’ê de li Garê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir ku tê de têk çû. Hêzên gerîla bi fermandariya Şoreş Beytûşşebap, derbeke giran li artêşa Tirk xistin. Bi dehan leşkerên ku di nav wan de payebilind jî hebûn, hatin kuştin. Şefê faşîst Tayîb Erdogan bi xwe têkçûna xwe qebûl kir. Bi vî rengî hate fêmkirin ku artêşa Tirk weke tê nîşandan, bi hêz nîne.

Têkçûna artêşa Tirk bi tenê bi binketina Garê sînordar nema. Tevgera dagirkeriyê ya beriya 9 mehan li Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kir jî, bi bin ket. Dagirkeriya ku plankiribû di nava 15 rojan de van deveran dagir bike, kete nava çiravekê. Ji deverên ku ketinê, ji bo neyên têkbirin, neçar man vekişin. Encamên gelek girîng ên siyasî û civakî yên vê vekişînê û têkçûnê çêbûn. Vê yekê, derbeke mezin li hesabên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn xist. Heger serketî bibûya, bi temamî Başûrê Kurdistanê wê dîl bihata girtin. Li ser Iraqê şantajên xwe wê zêde bikirana.
(…)

Heger ev tevgera dagirkeriyê serketî bibûya, tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê, wê bi ser hemû hêzên demokrasiyê û muxalifên li Tirkiyê de biçûya û ew biperçiqanda. Heger di vê demê de hêzên muxalif ên li Tirkiyê li ser piyan mane, di vir de roleke mezin a berxwedana gerîla heye.
(…)

Bêguman vê berxwedanê li çar aliyên Kurdistanê, moralekî mezin da gelê Kurd. Berxwedanê hişt ku li her deverê hêzên Kurd, jin û hemû civak tekoşîna xwe ya li hemberî faşîzmê bilind bike.

Gelê Kurd sala 2021’ê, di çarçoveya pêngava Dem Dema Azadiyê ye de li çar beşên Kurdistanê hemûyan û li derveyî welat, her tim di nava tekoşînê de bû. Serî de jin û ciwan, gelê Kurd û dostên xwe, faşîzma AKP-MHP’ê anîne ber hilweşînê.
(…)

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nêzîk bûye. Bi tenê ne gelê Kurd, gelek rewşenbîr û demokratên wijdanê mirovahiyê ne jî, esareta Rêber Apo qebûl nakin. Dibêjin; Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, wê ji bo hemû mirovahiyê xizmetên mezin bike.
(…)

Xwedîderketina li Rêber Apo di sala 2021’ê de vê yekê datîne holê. Di sala 2022’yan de tekoşîna azadiya Rêber Apo wê hîn bêhtir bi pêş bikeve. Jinên cîhanê hemû jî, ji ber keda wî ya ji bo tekoşîna azadiyê ya jinan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê hîn zêdetir tekoşînê bikin.

Çarçoveya tekoşîna sala 2022’yan, wê sekna şehîdan a li hemberî dagirkeriyê be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv