Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûstafa Karasû: ‘Sala 2021 bû sala xwedîderketina li partî û Rêber Apo’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
SALA 2021 BÛ SALA XWEDÎDERKETINA LI PARTÎ Û RÊBER APO

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya taybet a Televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Mûstafa Karasû di bernameyê de buyerên di sala 2021’ê derketine pêş nirxand û bal kişand ser pêngava “Dem dema azadiyê ye” ku tevahiya salê berdewam kir.

Di tevahiya salê de ji bo Rêber Apo xwedî derketineke mezin hebû.

Serîde sendîkayên li Înglîlîstanê, rewşenbîrên Fransî, şaredariyên Îtalyayê û sendîkayên Îspanyayê li Rêber Apo xwedî derketin.

Di gelek rojnameyan de ji bo Rêber Apo îlanan dan.

Û dîsa ji bo Rêber Apo gelek meş û çalakî hatin kirin.

Mûstafa Karasû bi berdewamî bal kişand ser çalakiyên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê.

Di mijara derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Ewropayê de jî têkoşîneke mezin hat meşandin.

J vî alî ve mirov dikare bibêje 2021’ê veguherî sala xwedîderketina li partî û Rêber Apo.

Di serdemeke ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Apo giran kir de, partiya me û Rêber Apo di nav gelên cîhanê de bûn xwedî îtîbareke mezin.

Di vê demê dewleta Tirk jî wekî welatekî faşîst ku komkujiyê li Kurdan dike tê dîtin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
NÊZÎKATIYA FRANSA YA DOZÊ LI DIJÎ ZAGON Û DÎROKA FRANSAYÊ YE

Bi mebesta salvegera komkujiyê Parîsê jî Mûstafa Karasû nirxandin kir û bal kişand ser rola pêşeng a Sakîne Cansiz.

Rêheval Sara yek ji damezrênerên partiya me bû.

Bi salan li gel me di zindanê de ma.

Di berxwedana zindanê de bi sekin û helwesta xwe yek hêza pêşeng ê moralê bû.

Ji xwe ji ber vê yekê hedef hat girtin.

Mûstafa Karasû da zanîn ku ev komkujî bi destê MÎT’ê hatiye kirin.

Her kes dizane ku dewleta Tirk bixwe li navenda Parîsê, sê jinên şoreşger qetil kiriye.

Jixwe yê hatiye girtin tê zanîn ku elemanê MÎT’ê ye û ev hat belgekirin.

Em nizanên ev endamê MÎT’ê Omer Guney çawa hat kuştin, lê îhtîmaleke mezin hat kuştin.

Dewleta Fransa neçare vê komkujiyê ronî bike.

Mûstafa Karasû, bal kişand ser girîngiya çalakiyên jinan ên ji bo ronîkirina komkujiyê û got; ne tenê jinên kurd, divê hemû jinên azadîxwaz piştgirî bidin vê têkoşînê.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TEVÎ HER CÛRE TEKNÎKA DEWLETA TIRK BERXWEDANEKE DÎROKÎ PÊK HAT

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameyê de li ser sekna gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî sekinî.

Destnîşan kir ku gerîla di tevahiya salê de seknekî dîrokî li hemberî dagirkeriyê raber kir.

Artêşa Tirk a dagirker di dîroka xwe de êrişên herî mezin li dijî gerîla pêk anî.

Lê tevî amûrê şer ku çekên kîmyewî jî di nav de bûn têkçûneke mezin jiya.

Rêhevalên me bi şêwaeke fedaî li ber xwe dan û ev bandoreke erênî li me û tevahîya gelê me jî kir.

Mûstafa Karasû diyar kir ku ev têkoşîna di sala 2021’ê de hatiye meşandin wê di sala 2022’yan de jî dewam bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv