Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Newroz ji bo gelê kurd tim bû roja serhildan û berxwedanê 12.03.2021

 

2021 NEWROZA AZADIYÊ
NEWROZ JI BO GELÊ KURD TIM BÛ ROJA SERHILDAN Û BERXWEDANÊ

Beriya Mîladê di sala 612’an de bi pêşengiya Kawayê Hesinkar li dijî Dehaq hat vêxistin.

Ew agir tu carî venemirî û ev 2 hezar û 633 sal in her geş û gur dibe.

Gel û civakên qedîm ên vê axê wateyên cuda li Newrozê dikin. Lê ji bo qewmê çiyê ji bo kurdan Newroz vejîn e, raperîn e, serhildan û berxwedan e.

Gelê kurd ji salên 90’î heya niha tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşeke mezin Newrozê pîroz dike.

Newrozên ku ji salên 90’î heya niha hatine pîrozkirin, bi coş û rengîniya xwe di bîra mirovan de mane.

Cara ewil di sala 1991’ê de Newroz bi awayekî girseyî li Nisêbîn, Cizîr, Amed, Stenbol, Edene, Bismil, Kerboran, Pirsûs, Pasûr û Hênê hat pîrozkirin.

Bi hezaran kesên ku paxav bi qedexeyên dewletê nekirin, derabeyên dikanên xwe danîn û dibistan boykot kirin û daketin qadan.

Wê demê dewletê êrişî Newroza Nisêbînê kir û 31 kes qetil kirin.

Newroza 92’yan li gel astengên OHAL’ê jî bi girseyî hat pîrozkirin.

Di êrişên tîmên taybet de, li Cizîr, Nisêbîn, Amed û Êlihê û bajarên din 96 kesî jiyana xwe ji dest da.

Newrozê ber bi dawiya salên 90’ê ji aliyê partiyên siyasî yên demokratîk be hatin organîzekirin. Li qadan bi coş hat pîrozkirin.

Di serî de li Amedê li temamiya Bakurê Kurdistanê qadên Newrozê bûn qadên berxwedana li dijî faşîzmê.

Di sala 1999’an de piştî Rêber Apo bi komplo teslîmê Tirkiyê hat kirin, Newroz ji aliyê dewletê ve dîsa hat qedexerkirin.

Lê gel wê salê ji bo hêrsa xwe ya li dijî komployê nîşan bide bi hêrseke mezin daket qadan.

Di sala 2000’î de ku PKK’ê agirbest ragihandibû, li bajarên Bakurê welat bi sedhezaran meydan tijî kirin.

2002’yan de bi milyonan kes li qadên Newrozê azadiya Rêber Apo qîriyan û ji bo çareseriyê bang kirin.

2004’an gelê kurd liq adên Newrozê li dijî NetewDewletê îşaret bi Konfederalîzma Demokratîk kir.

2007’an êrişa fizîkî ya li dijî Rêber Apo bi dirûşma tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye hat rûreşkirin.

Dirûşma sala 2008’an li dijî înkar û îmhayê pêngava Êdî bes e bû.

2010’an gelê kurd liq adên Newrozê deklere kir ku muxatabê çareserî û şer Rêber Apo ye.

2011’an dirûşm û şiara gel An azadî an azadî bû.

2012’an gel hemû bendên hikûmeta tirk derbas kirin, herikîn qadên Newrozê û israra xwe ya di azadiyê de nîşan da.

Sala 2013’an Kurdistan bûbû Amed, çavê dinyayê hemû lê bû. Li wir Manîfestoya azadiyê ya Rêber Apo hat xwendin.

Newroza 2016’an di atmosfereke wisa de hat pîrozkirin ku hikûmeta tirk dest bi şerekî topyekûn kir û digot wê kurd danekevin qadan, lê kurd bi çalakiyên xwe hisabên wan xera kirin.

Sala 2018’an êrişên li dijî Efrînê hêrsa kurdan zêdetir herikand meydanan.

Newroza 2019’an bi şîara Em ê teqez bi serkevin û tecrîdê bişkînin hat pîrozkirin.

Sala 2020’an ji ber pandemiyê milyon daneketin qadan lê dîsa jî agirî Newrozê li gelek deveran bi coş hat vêxistin.

Newroz îsal bi ruhê serketina Garê wê were pîrozkirin û kurd wê bi yekdengî azadiyê biqîrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv