“EM BI RUHÊ GARÊ AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIN”
KCDK-E’YÊ JI BO PÎROZBAHIYÊ NEWROZÊ DAXUYANÎ DA
Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku Newroza îsal bi dirûşma “Werin em bi ruhê Yekîtiya Neteweyî û Berxwedana Garê Newrozê pîroz bikin û dagirkeriyê têk bibin” wê bê pîrozkirin.
KCDK-E diyar dike ku ewê Newroza îsal ji bo bi hezaran girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne, bikin moraleke mezin û daxwazên wan ên ji bo azadiyê bilind bikin.
Di daxuyaniyê de ev bang tê kirin,
“Ji bo azadiya Rêber Apo, li dijî dagirkeriya li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Başûr, li dijî êrişên li ser Şengalê, Rojava û tevahiya Kurdistanê, emê di Newrozê de her derê veguherînin qada serhildanê.
Gelê me bi vê Newrozê re wê yekîtiya netewî xurt bike, bi ruhê serketinê yê li Garê, ji bo parastina destketiyên netewî li her welatî Newrozê li qadan pîroz bike.