Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm: Wê şandeyek ji Bexdayê bê û em ê pê re rûnin 12.03.2021

 

LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
HUKÛMETA IRAQÊ HEM DIBÊJE ŞENGAL ‘EWLE YE’ HEM JÎ ZEXTAN DIKE

Li Şengalê hukûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina Peymana 9’ê Cotmehê ya dewleta Tirk, wê û PDK’ê îmze kirî, zextên xwe zêde kirine.

Li hemberî vê yekê di serî de Êzîdî, pêkhateyên Şengalê doh rabûn ser piyan û helwesta xwe diyar kirin.

Heman hukûmeta Iraqê ya zextên xwe li ser Şengalê zêde kirine, daxuyaniyek bi polîtîkayên xwe re nakok da.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Êvan Fayeq di serdana wargehên penaberan Erbet û Aştî yên Silêmanî de wiha got:

Rewşa ewlekariyê ya Şengalê gelekî başe û hewldana vegerandina Êzîdiyan ji bo Şengalê didome.

Êzîdî bi daxwaza xwe vedigerin û em ti zextê li wan nakin.

Bi vê yekê eşkere dibe, ku hukûmeta Iraqê pirsgirêkan li Şengalê diafrîne.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ji bo ev pirsgirêkên hukûmeta Iraqê derdixe, bi rêyên aştiyane çareser bike hewldanên xwe didomîne.

Piştî berxwedana doh a Şengaliyan, nûnerên pêkhateyên Şengalê bi rayedarên artêşa Iraqê re rûniştibûn.

Nûneran careke din daxwazên Şengaliyan bo hukûmeta Iraqê ragihandin.

LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
HESO ÎBRAHÎM: WÊ ŞANDAYEK JI BEXDA BÊ Û EM Ê PÊ RE RÛNIN

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm jî têkildarî hevdîtina pêk hatî, di Nîvrojê de bersiv dan pirsên nûçegihanê me Îbrahîm Êzîdî.

Heso Îbrahîm diyar kir, ku wan gotiye “xelkê Şengalê nekin qurbanê siyaseta xwe.”

Heso Îbrahîm da zanîn, ku wan ji hukûmeta Iraqê re gotiye, pêşî rê li ber dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê da zanîn, ku rayedarên artêşa Iraqê gefa girtinê li wan xwarine.

Heso Îbrahîm da zanîn, ku wê şandeyeke payebilind ji Bexda were û bi wan re hevdîtinê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv