ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
EV BERXWEDAN DÎROKA ME YA TÊKOŞÎNÊ DERBASÎ ASTEKE DIN KIR
Mustafa Karasû mijara ku bi berfirehî li ser sekinî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bû.
Karasû berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê bi bîrxist û wiha got.
Gerîlayan raxistin ber çavan ku mirov ji bo azadiyê û welatê xwe çawa liber xwe dide.
Lê mirov nikare helwest û nêzîkatiya PDK’ê îzah bike.
Em li bendê ne PDK dev ji vê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.
Eger PKK darbe bixwe wê bandorê li gelê Kurd hemû bike.
Ji ber vê yekê divê rewşenbîr û hunermend, herkes helwesteke vekirî li hemberî tewra PDK’ê raber bike.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TASFIYEKIRINA HDP’Ê PARÇEYEK JI SIYASETA TASFIYEKIRINA TEVGERA AZADIYÊ YE
Mijareke din a ku endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû nirxand doza girtina HDP’ê û êrişên li dijî bûn.
Karasû destnîşan kir ku bi doza girtina HDP’ê armanc ewe tevgera azadiyê tasfiye bikin û wiha got.
Bi rastî jî di salên dawî de HDP bedêlên giran da.
Lê li ber xwe da.
Niha ya divê werê kirin ew ê ku ev desthiladariya faşîst were hilweşandin.
Mûstafa Karasu helwesta malbata endama HDP’ê Denîz Poyraz jî silav kir û got.
Helwesta malbata Denîz Poyraz, helwesta gelê Kurd hemuyan e.
Ji ber ku HDP hêza xwe ji bingeheke wiha digire, li ser lingan dimîne.