CIVÎNA “DEMA YEKÎTIYA KURDISTANÊ YE”
“ARMANC JIHOLÊRAKIRINA XETERIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ YE”
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, du roj in li paytexta Belçîka Brukselê civîneke girîng hat lidarxistin.
Ji çar aliyên Kurdistanê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî civînê bûn û pêvajo nirxandin..
Amrana civînê pêşî-girtina şerê Kurd bi Kurd bû..
Beşdaran bal kişand ser hêviya hêzên dagirker a ji şerekî navxweyî û banga Yekîtiyê li hêzên Kurd kirin.
Siyasetmedar û rewşenbîrên her wiha îşaret bi berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê kirin.
Û ji gel daxwaz kirin ku li her derê xwedî li têkoşîna wan derkevin.