METIRSIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ
HUNERMENDÊN KURD LI BAŞÛR IN
Heyetek ji Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê serdana wezareta Pêşmergeyan a Hukûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Hunermend ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.
Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat û piştî hevdîtinê daxuyaniyek hat dayîn.
Pêşî Şivan Perwer axivî û got, dijminên gelê Kurd dixwazin Kurd şerê hev bikin.
Ji bo aştiyê çi bikeve ser milê me hunermendan em amade ne bikin.
Diyar Dersim jî diyar kir, ku wan rica ji Wezareta Pêşmerge kiriye, ku hêzên Pêşmergeyan bi erk û roleke erînê rabin.
Û wiha got:
Em naxwazin pêşmerge û gerîla şerê hev bikin.
Bê çawa li Kerkûkê, Kobanê pêşmerge û gerîlayan mil dan hev û li dijî dijmin şer kirin, îro jî em dixwazin heman ruh derkeve holê.
Wezaretê soz da me, ku ew ê şerê navxweyî nekin.