Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasû: ‘Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ têkoşîna li hemberî faşîzmê bilind kir’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ BILIND KIR

Endamê Kokseya Rêveber a KCK’ê, beşdarî bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Mustafa Karasû, bi berfirehî pêngava “Dem dema azadiyê ye” nirxand û bal kişand ser berxwedana li zindanan û rewşa Rêber Apo.

Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di nava salekê de têkoşîna li hemberî faşîzmê kir rojev.

Bi pêngavê, azadkirina rêber Apo heya astekê hatiye.

Edî xwedîderketina li rêber Apo hema bêje bûye gerdûnî.

Ne tenê saziyên sivîl û sendîka; gelek rewşenbîr, nivîskar û mirovên wijdana gelan, ji bo azadiya Rêber Apo ketine nava hewldanan.

Ev jî êdî gihîştiye asteke ku azadiya rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ne tenê ji bo Rojhilata navîn; nîşan dan ku pirsgirêka hemû mirovatiyê ye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DIVÊ LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ HEMÛ DERFET WERIN BIKARANÎN

Têkildar wate û erkên piştî pêngavê de jî Mûstafa Karasû ev nirxandin kir;

Li hemberî me faşîzm heye û hemû teknîka xwe bikar tîne.

Divê gelê me û hemû hêzên demokrasiyê jî, li wê gorê tevbigerin û têkoşîna xwe bi awayekî encamgir bimeşînin.

Ji bo ku pêngav bi encam bibe jî, divê li dijî faşîzmê hemû derfetên heyî werin bikaranîn.

Ku ev têkoşîn were meşandin jî em bawerin dawiya AKP/MHP’ê wê nêz be.

Lewre heya ku têkoşîna li hemberî faşîzma AKP/MHP’ê nebe yek wê ev desthilat bijî.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
BI ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ XWESTIN ‘PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ’ BIDIN QEBÛLKIRIN

Derbarê êrişên dawî yên li dijî Şengalê jî Mûstafa Karasû nirxandinan kir;

Bi êrişa li dijî Şengalê xwestin ‘peymana 9’ê cotmehê’ bidin qebûlkirin.

Bi awayekî vekirî tê wateya; an wê xelkê Êzidî vê peymanê qebûl bike an jî dewleta Tirk wê vêderê bombardiman bike.

Ji ber ku dengê xwe dernexistin, tê wayeya ku rêveberiya Başûr û Iraqê ji bo vê êrişê dewleta Tirk bikar anîne.

Kazimî jî beriya vê êrişê bi çend rojan daxuyanî dabû û gotibû; wê ev peyman pêk were.

Ev jî nêzîkatiya wan a êrişê piştrast dike.

Dewletên ku êrişên li dijî Şengalê wekî “qirkirin” pênase dikin jî, divê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin.

Li rê û rêbazan bigerin ku gelê Êzidî, careke din bi qirkirinê re rû bi rû nemîne.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
JI BO ME YA GRÎNG; RÊVEBERIYA XWE BIXWE YA ÊZIDIYAN E

Mustafa Karasu, bi berdewamî diyar kir ku li hemberî civaka Êzidî hemû mirovahî berpirsiyar e.

Berî hertiştî divê hebûna wan were mîsogerkirin.

Ango xweserî û xweparastina wan divê were mîsogerkirin.

Gelo zarokên civakeke ku bi qirkirinê re rû bi rû maye dikare bibêje; ez naxwazim xwe biparêz im, xwe bixwe birêve bibim?

Ji bo me jî ya girîng; xweserî û xweparastina civaka Êzidî ye!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv