DEWLETA TIRK KAMPA ÊZIDIYAN BOMBE KIR
LI ZAXOYÊ DI ÊRIŞA HEWAYÎ DE 2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
Kampa Êzidiyan a Qadiya ku li başûrê Zaxoyê ye şevê din bû hedefa balafireke bêmirov.
Di êrişa hewayî de şehîd û birîndar çêbûn.
Şêniyên kampê ragihandin ku êrîş ji aliyê balafireke bêmirov pêk hatiye.
Balafirên bêmirov û biçek yên SÎHA ên Dewleta Tirk kampa koçberên Şengalê bombebaran kir.
Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.