Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Kurd divê êdî PDK’ê rawestînin

 

KURD DIVÊ ÊDÎ PDK’Ê RAWESTÎNIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Beriya demekê dewleta Tirk êrişî Şingalê kir û komkujî pêk anî. Piştî demeke kurt bi balafiran êrişî herêmên di bin desthilata YNK’ê yên li ser ‘sînorê’ Îranê kir. Bi dehan bombe barandin. Bi xêra tevdîran, zirar negiha gerîlayên PJAK û YRK’ê. Lê vê êrişê zirar û ziyaneke mezin da bax û bostanên gel. Dewleta Tirk êrişî cih û warên gundiyan kir. Ji ber vê, êriş bandorên neyênî li jiyana xelkê û nexasim zarokan dike. Dengê balafiran zarok, nexweş û jinên ducanî nerihet dike. Dibe sedema pirsgirêkên derûnî. Jixwe, di her êrişê de daristanên Kurdistanê tên şewitandin. Ji bilî beşek ji YNK’yiyan, li dijî êrişên dewleta Tirk, ti kesî reaksiyon nîşan neda. PDK ya ku reaksyon nîşanî êrişên li dijî herêma Behdînanê nade, wê ti reaksyonê li dijî êrişa herêma di bin desthilata YNK’ê de jî nede. Jixwe, hin YNK’yî û gel dibêjin; pêwîst nîne PDK bê rexnekirin. Ji ber ku baş dizanin PDK hem van êrişan rewa nîşan dide, hem jî teşwîq dike.

Diyar e bi dewleta Tirk re li ser armanceke wiha gihane hev. Tê zanîn ka dewleta Tirk a qirker ji bo bigihîje vê armancê, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çi kir. Em naxwazin van kirinan rêz bikin. Di êrişên li Başûr de jî PDK hevkariya Tirkiyê dike. Berî çend rojan me li wan dîmenan temaşe kir ku PDK bi kepçe, qirêde û wesayîtên din rêya êrişên li ser herêmên gerîla vedike. PDK van wesatîtên kar ji gel re û ji wan gundan re naxe tevgerê û ti xizmetê nake. Lê bi van wesayîtan rêyan vedike, ji bo serê çiyayan ku ne warên gundiyan yên jiyanê ne. Rêyên wisa vedike ku her cûre wesayîtên leşkerî bikarin tê re derbas bibin. Xala pirr pirr girîng ev e, rêvekirina PDK’ê ber bi herêmên gerîla ve tê wateya destpêkirina tevgereke êrişê li dijî gerîla. Pêwîst e ti Kurd li dijî vê rewşê bêdeng nemîne, bêhelwêst nemîne. Piştî ku şer dest pê kir, ti feydeya qîr û hewarê tine. Ti wateya nerazîbûn û helwêstên derengmayî namîne. Ji vî alî ve raya giştî ya Kurd, hêzên siyasî û gel divê li dijî vê helwêsta PDK’ê nerazîbûnê nîşan bide.

Dema PDK’ê cara pêşî hêzên leşkerî bi ser gerîla de ajotin, raya giştî ya Kurd ket tevgerê. Lê demên dawî hişyariya raya giştî lawaz bû. Pêwîste ev hişyariya raya giştî ji nû ve û hîn bi bandor çêbe. Yan na, ev zextên hêzên leşkerî yên PDK’ê yên eşkere, provokasyon in, dê zirarê bidin gelê Kurd hemûyî. Bi çêkirina rêyan ber bi herêmên gerîla û veguhestina hêzên eskerî, komkirina hêzê li derdora herêmên gerîla, PDK eşkere şer ferz dike. Me berê jî gotibû li hemberî vê rewşê nêzîkatiyên her wekî pirsgirêkeke dualî heye, rê li helwêstên nerênî yên PDK’ê nagire. Ji ber vê êdî lazim e eşkere li hemberî PDK’ê helwêst bê raberkirin. Nexasim jî rewşenbîr, hunermend, jin, divê gelê Kurd hemû bikeve tevgerê da ku PDK van polîtîka û helwêstan biterikîne. Raya giştî ya Kurd xwediyê hêzeke wisa ya bi bandor e. Her wekî gelê Kurd têgihiştiye, raya giştî ya Kurd jî êdî baş dizane kî û çi şaş e, yan jî rast e. Ti hêcet û bahaneyek nîne ku ev polîtîkayên PDK’ê normal nîşan bide. Jixwe, ne dikarin bibêjin bahaneyeke vê peywendiyê bi dewleta Tirk re heye, ne jî dikarin vê pewyendiya li dijî gelê Kurd rewa bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv