Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasû: ‘Pêngava 15’ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd guhert’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
MÎMARÊ CEJNA VEJÎNÊ YA 15’Ê TEBAXÊ RÊBER APO YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

Bi mebesta salvegera 38’an Mûstafa Karasû bi berfiherî li ser cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê sekinî.

Diyar kir ku mîmarê cejna vejînê Rêber Apo ye.

Bi rastî jî piştî ked û têkoşîneke mezin a Rêber Apo cejna vejînê 15’ê Tebaxê pêk hat.

Di şertê Tirkiyê de 38 sal bi berdewamî têkoşîna gerîla ne hêsan e.

Ji ber vê yekê jî di rastiyê de Rêber Apo mucîzeyekê pêk aniye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ ÇARENIVÎSA GELÊ KURD GUHERT

Mûstafa Karasû, diyar kir ku bi pêngava 15’ê Tebaxê çarenivîsa gelê Kurd jî guherî.

Li beşên din ên Kurdistanê jî dem bi dem berxwedan çêbûn.

Lê ya herî domdar ku li çar beşên Kurdistanê bandor kir û rastiyeke nû ya civaka Kurd derxist holê pêngava 15’ê Tebaxê ye.

Ji ber vê yekê jî divê em 15’ê Tebaxê baş fêm bikin, xwedî lê derkevin û pîroz bikin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
HEVAL EGÎD HEMÛ ENERJIYA XWE JI BO 15’Ê TEBAXÊ BIDE DESTPÊKIRIN XERC KIR

Têkildarî destpêkirina pêngavê jî Mûstafa Karasû bal kişand ser keda fermandar Egîd.

Heval Egîd hemû enerjiya xwe ji bo 15’ê Tebaxê bide destpêkirin xerc kir.

Ji ber vê yekê, ji bo ruhê 15’ê Tebaxê baş were fêmkirin divê em jiyana fermandar Egîd jî baş bizanibin.

15’ê Tebaxê bi îradeyeke xurt, bi bawerî û bi biryardariyeke mezin pêk hatiye.

Ku ev baş neyê fêmkirin, têkoşîna rasteqîn a azadî û demokrasiyê jî ne pêkan e.

Bi rastî jî ruhê ku îro me li ser piya dihêle ew ruhê 15’ê Tebaxê ye, em bi wî ruhî li berxwe didin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
DEWLETA TIRK HER SAL GOT ‘EZÊ TASFIYE BIKIM’ LÊ TÊKOŞÎNA GERÎLA HER MEZIN BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bibîr xist, ku dewleta Tirk her sal digot ‘Ezê tasfiye bikim’; Lê têkoşîna gerîla û siyaseta wê her mezintir bû.

Ne tenê bakur, bandor li çar beşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir.

Di paşerojê de jî, di guhertina rojhilata Navîn de buyera herî bi bandor wê 15’ê tebaxê were dîtin.

Bi rastî jî ku 15’ê tebaxê nebûya wê îro li rojhilata navîn despotîzm zêdetir bibandor bûya, nirxên demokratîk zêdetir bihatana perçiqandin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
37 SAL E BERXWEDANEKE FEDAÎ TÊ MEŞANDIN

Mûstafa Karasû, bibîr xist ku 37 sal e berxwedaneke fedaî tê meşandin.

15’ê Tebaxê her sal di nav gel de jî û di nav gerîla de jî ruhê fedaîtiyê pêş xist.

Ji ber ku hêzeke din da ruhê fedaîtiyê û heya îro hat.

Gerîlayê me îro bi daneheviya berxwedana 37 salan li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide.

Ji ber vê yekê jî li pişt vê berxwedanê dîrokeke mezin a berxwedanê heye.

Dewleta Tirk tevî hemû derfet û piştgiriya navnetewî jî, li hemberî vê berxwedanê xitimiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv