Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: Nêçîra Kurdan dest pê kiriye!

 

WEYSÎ TALLÎ / WELAT
NÊÇÎRA KURDAN DEST PÊ KIRIYE !

Dewleta tirk tu demê bi qasî niha bi desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst li hemberî kurdan neketiye çiravê. Ji bo vê desthilata AKP-MHP’ê hem dixwaze îtîbara xwe hem jî ya dewletê qezenc bike, bê serûber di serî de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK’ê şerekî bê exlaqî û ji her pîvanên mirovî û hiqûqê dûr daye destpêkirin, didomîne.

Artêşa tirk a di destê vê desthilata faşîst de, li çiyayan bi kîmya, bi çekên qedexekirî êrîşî gerîla dike, li bajar û metrepolên Tirkiyeyê jî bi rêbazên girtin, qetilkirin û hejariyê dixwaze kurdên bi ramanê Rêber Apo serî rakirî û li ser xeta PKK’ê dimeşin, tune bike.

Ev desthilata ku di roja îro de li ber sikiratê ye, ji bo xwe ji vê rizgar bike, di serî de êrîşî kurdan û dîsa hemû hêz û aliyên li dijî hikûmetê radibin, serkut dikin. Desthilateke welê ye ku ji derveyî xwe reng û dengek din qebûl nake, ev ji bo kurdan hê zêdetir xedartir e. Jixwe li deng û rengê kurdan ragirtinê zêdetir, dixwazin qira wan bînin. Hişmendiyek ewqas genî û qirêj e. Ji bo civakek ji kokê ve tune bike, serî li her cûre kiryarên dijmirovî û exlaqî dide.

Her roj kurdan bi hincetên cuda di bin navê aloziyên malbatî de qetil dikin. Herî dawî li Konyayê malbatek kurd tenê kurd bûn, ji aliyê nijadperestên ku ji aliyê desthilatê ve hatine sorkirin ve hatin qetilkirin.

Jixwe ziman û hişmendiya genî ya vê desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst û mêtinger têra xwe, kurdan dike hedef, bi ser vê re jî rast e rast berê nijadperest dana ser kurdan dike ku her kêliyê kiryarek nijadperest li ser kurdan bê kirin. Her kurd li cihê lê dibe hedef û dibe bê qirkirin.

Taybet divê kurd di vê rewşê û demê de ji her demê bêhtir baldar û hişyar be. Provaktor û êrîşên qirkirinê yên nijadperestan wê dewam bike. JÎTEM, kontra û Hîzbûlaha salên 90’î bi rengekî din li kolanan û li pey kurdan e. Her kurdek li ku dibe bila bibe, divê ha ji xwe û derdora xwe hebe. Xweparastin ji her demê bêhtir bûye pîvaneke têkoşînê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv