ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
NE KARÊ AQILA YE KU PDK DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK MEŞRÛ NÎŞAN DIDE
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re nirxand.
Mustafa Karasû destnîşan kir; dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dest bi şer kiriye û li hemberî wê ciwanên Kurd berxwedanekê mezin raber dikin û şehîd dikevin.
Di rewşeka wiha de hewldana PDK’ê ya meşrûkirina dagirkeriya dewleta Tirk, dorpêça wê ya li hemberî gerîla bi rastî jî ne karê aqila ye.
Bi vê helwesta xwe ango bi piştgiriya dewleta Tirk dixwaze ewladên Kurdan taswiye bibin.
Tu kes nikare vê yekê bi welatparêziyê îzah bike.
Berî çend rojan PDK’ê bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kir.
Piştî vê hevdîtinê jî xwestin li Şeladizê hemleyekê bikin.
Lê bi nêzîkatiya me ya xwînsar rê li ber şerekî muhtemel hat girtin.
Lê êdî dawiya vê sebrê jî hatiye, kêr gihîştiye hestî…
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
HPG JI BO 3 GERÎLA DAXUYANÎ XWEST LÊ PDK TU DAXÛYANÎ NEDA
Mûstafa Karasû, bi berdewamî buyera li Xelîfanê bibîr xist.
Çend roj berê li Xelîfanê dor li komek gerîla girtin û 3 gerîla şehîd kirin.
Ji ber ku agahiyên cûda tên em aqîbeta wan baş nizanin.
HPG îzahat xwest lê PDK’ê tu daxuyanî neda.
Tu çima dor li gerîla digirî û êriş dikî, gelo ev ne sedema şer e?
PDK dema pêşmergeyekî bi qezayê jî dimire qiyametê radike.
Ji ber vê yekê jî bi rastî jî divê PDK îzah bike; li Xelîfanê çi bi 3 gerîla bû.
Divê civaka Kurd vê rastiya PDK’ê bibîne; ku PDK di helwesta xwe de tu guhertin nekiriye.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
CIVAKA KURD DI NAVBERA PDK’Ê Û GERÎLA DE ŞER NAXWAZE
Derbarê helwesta gelê Kurd ya li dijî êrişên PDK’ê de jî Mûstafa Karasû ev nirxandin kir.
Gelê me li bendê ye PDK dest ji vê helwesta xwe berde.
Tiştek bi vî awayî nabe, bi vî awayî nameşe jî…
PDK wê çi bi dest bixe, dema ku zen bike biserketiye jî wê winda bike.
Ji ber ku di dîrokê de wê PDK wekî partiyeke bi hevkariya dewleta Tirk û êrişa li dijî rêxistina herî fedaî ya Kurd were bîranîn.
90 ji sedî yê civaka Kurd û siyaseta wê şerekî di navbera PDK’ê û gerîla de naxwaze.
Ji vî alî ve rewşenbîr û hunermendên Kurd tewra xwe raber kirin.
PDK jî vê yekê dî û dibîne.