Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Divê gel pêşiyê li PDK’ê bigre

 

DIVÊ GEL PÊŞIYÊ LI PDK’Ê BIGRE
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Hêzên taybet yên PDK’ê dor li yekîneyeke ji 3 kesan a gerîla girtine, piştre jî bi êrişekê 2 ji gerîlayan qetil kirine, gerîlayê din jî birîndar kirine. Hin çavkanî jî dibêjin hersê gerîla jî hatine şehîdkirin. Di demekê de ku dewleta Tirk di nava tevgera dagirkirinê de ye ev êrişa PDK’ê eşkere tê wateya şer. Jixwe, dorpêçkirina herêmên gerîla, di navbera herêmên gerîla de bicihbûn û ew ji hev qutkirin, wateya van ew e ku PDK bûye parçeyekî şer. Bi vî awayî PDK hem mil bi milê dewleta Tirk tevlî şer dibe, hem jî hewl dide vê rastiyê veşêre. Sedemeke vê helwêsta PDK’ê ew e ku gelek derdor vê xirabiya PDK’ê ya li dijî gelê Kurd eşkere bilêv nakin.

Weke ku pirsgirêkeke du alî heye û divê ev herdu alî di navbera xwe de pirsgirêkê çareser bikin! Bêguman pêwîst e ev pirsgirêk bê çareserkirin. Lê heger PDK di vê xirabiyê de israr bike, ev pirsgirêk dê çawa çareser bibe! Wê demê lazim e ji PDK’ê re bê gotin, dest ji dorgirtina li gerîlayan berde, hêzên çekdar ên ku we şandine derdora gerîla, vekişînin. Piştî vê polîtîkaya ku PDK dimeşîne, û helwestên ew raber dike, gotina ‘pirsgirêkeke du alî heye’ ne rast e. Ev ne nihêrîneke objektîv e. Heger hûn rabin yê ku pirsgirêkê çêdike û yê rû bi rûyê pirsgirêkê dimîne bi heman rengî binirxînin, pirsgirêk wê çareser nebe. Berevajî wê, ew dê bibe bingehê dewama pirsgirêkê. Jixwe, PDK’ê dest ji dorpêça herêmên gerîla bernedaye, heta, gavên ji bo dorgirtina li gerîla zêdetir dike. Dorpêça bi Gareyê dest pê kir, belavî Metîna û Zapê bû, niha jî dixwaze ber bi Avaşînê ve berfireh bike. Bi vê armancê hêzên leşkerî li Şeladizê kom kirine. Ji bo ku li dijî vê rewşê helwêstê nîşan nede jî zextê li gel dike.

Gelê Kurd, raya giştî ya Kurd naxwaze di navbera gerîla û hêzên leşkerî yên PDK’ê de şêr çêbe. Vê nêzîkatiya raya giştî heta niha nehişt di navbera gerîla û hêzên leşkerî yên PDK’ê de şerê dijwar biqewime û bendek çêkir. Lê belê, ew bingeh heye ku şer dijwar bibe. PDK gerîla dorpêç dike, zêdetir hêzên leşkerî li van herêman kom dike, ber bi baregehên gerîla ve rêyên maşîneyan vedike. Ev kirin hemû, ji bo şer bandorên giring in. Ji bo ev rewş ji holê rabe, divê ev helwêst û kirinên PDK’ê eşkere werin rexnekirin. Her wiha dawî bê li van kirinên zirarê didin. PDK’ê êrişî yekîneyeke gerîla ya 3 kesan kir, ev yekîne ji herêmekê diçe herêmeke din û li ser mijarê ti daxuyanî neda. Hîna jî aqubeta gerîlayan nayê zanîn. Ev jî nîşan dide, PDK dê rojên pêş jî van êrişan pêk bîne. Dibêjin, bêdengî ji ber îqrarê ye! PDK’ê jî bi bêdengiyê û ti daxuyanî nedanê qebûl kiriye ku êrişî yekîneya gerîla kiriye, ew gerîla şehîd kirine. Divê raya giştî ya Kurd vê rewşê ciddî bibîne û êrişên wiha yên PDK’ê asteng bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv