Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: ‘Em ê ti carî hevalê Şukrî ji bîr nekin û hesreta wî bînin cih’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
EM Ê TI CARÎ HEVALÊ ŞUKRÎ JI BÎR NEKIN Û HESRETA WÎ BÎNIN CIH

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu tevli Bernameya Taybet a medya haberê bû.

Pêşketinên siyasî, eskerî û êrişkariya dewleta tirk a dagirker nirxand.

Mustafa Karasu di destpêka axaftina xwe de şehîd Şikrî Serhed ê bi destê MÎT’a tirk hatî qetilkirin bi bîr anî û got:

Em ê xwedî li bîranîn û keda wî derkevin.

Mustafa Karasu ji gelê Kurdistanê jî xwest ku li ku dera cîhanê dibin bila bibin xwedî li şehîdan derkevin û wiha got:

Xelkê Silêmanî xwedî li şehîdê xwe derket.

Xelkê helwesta rast nîşan da.

Lazim e gelê kurd li her derê li şehîdan xwedî derkeve.

Heke li şehîdên xwe xwedî dernekevin em nikarin li hebûn û azadiya xwe jî xwedî derkevin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
KURD LI KU DERÊ HEBIN PKK JÎ LI WÊ DERÊ HEYE

Mustafa Karasu destnîşan kir ku şervan û fedayiyên vî gelî li her derê hene û di oxira azadiya gelê Kurd û Kurdistanê de têdikoşin:

Li ku derê kurd hebin li wê derê PKK jî heye.

Li ku derê kurd hebin sempatîzan û şopdarên Rêber Apo hene.

Dagirkeriya tirk jî dibêje; li ku derê kurdê azad hebe, ez ê wan tine bikim.

Ev tê wê wateyê ez ê mafê jiyanê nedime kurdan.

Divê gelê kurd li her dera lê ye li dijî vê êrişkariyê helwest nîşan bide.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
SÛCDAR DEWLETA TIRK E Û LAZIM E JÊ HISAB WERE XWESTIN

Mustafa Karasu destnîşan kir ku dema DAIŞ’ê êriş kir hêza ku bi hawara gelan ve çû gerîlayên PKK’ê bûn:

Niha dewleta tirk êrişî PKK’ê dike.

Dema DAIŞ’ê ku êrişî Başûr, êrişî Mexmûr, Şengal û Hewlêrê kir PKK bi hawara xelkê ve çû.

Dewleta tirk bi van êrişên xwe eşkere dike ku ew hêzeke weke eşqiyaye.

Hêzeke sûcdar e û lazim e ne bi tenê kurd hemû mirvahî hesap jê bixwaze.

Ji van êrişên wî re bibêje bes e. Dinya çiqas bêdeng dimîne, ew jî êrişên xwe didomîne.

Divê ev neyê qebûlkirin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
ÊRIŞA LI DIJÎ ŞUKRU SERHED ÊRIŞEKE LI DIJÎ YNK’Ê YE JÎ

Mustafa karasu dstnîşan kir ku êrişa li dijî Şukrî Serhed bi tenê ne li dijî PKK’ê li dijî hemû kurdan e:

Êriş li dijî Silêmanî û rêveberiya YNK’ê jî hatiye kirin.

Bi vê êrişê dixwazin YNK’ê jî qels bikin, lawaz bikin.

Lazim e xelkê Silêmaniyê wan sîxur û tetikkêşên MÎT’ê nesitrîne.

Mafê jiyanê nede van êrişkar û kujeran.

PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE
MUSTAFA KARASU: HEDEFA PÊNGAVÊ DI SALA 2’YAN DE HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bi berfirehî der barê sala 2’yan a Pêngava Dem Dema Azadiyêd e jî nirxandinên berfireh kirin:

Pêngav ne tenê li Bakurê Kurdistanê li seranserê cîhanê bi pêş ket.

Pêngav di sala nû de jî wê bi xurtî dewam bike.

Armanca sala nû hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye.

Lazim e em hemû, gel, sazî, jin û ciwan li her qadê zêdetir têkoşînê mezin bikin.

Em encax bi rêya têkbirina faşîzmê bikaribin behsa jiyana azad bikin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
GERÎLAYÊN KURDISTANÊ BI BERXWEDANA XWE TÊKBIRINA ÊRIŞKARAN JÎ NÎŞAN DA

Mustafa Karasu destnîşan kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê weke pêşengê pêngavê rêya têkbirina dagirkeriya tirk jî nîşan dane:

Ev serê 5 mehan e berxwedaneke dîrokî tê bipêşxistin.

Gerîla bi şerê xwe nîşand a ku mirov çawa zaliman têk dibe.

Hemû kurd heta mirovahî divê bi vê berxwedana li dijî faşîzmê serbilind bin.

Berxwedana gerîla li her qadê mezin bikin.

Ji ber ku dema gerîla li ber xwe bide kes nikare tenê temaşevan be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv