Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘Gelo Ewrûpa, DYA û NY dixwazin gerîla giş bi gaza jahrkirî bên kuştin?’

 

JI WERXELÊ DÎMENÊ BIKARANÎNA GAZA JAHRKIRÎ
KCK: GELO EWRÛPA, DYA Û NY DIXWAZIN GERÎLA GIŞ BI VÊ GAZÊ BÊN KUŞTIN?

Gerîlaya jin a dîmenê Werxela Avaşînê qeyd dike, radigihîne ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayên di tunelên şer de bê çare maye.

Ji ber ku ji 9’ê Hezîranê ve hema bêjin, her roj artêşa Tirk li dijî van gerîlayan gaza jahrkirî û çeka kîmyewî bi kar tîne.

Belê…

Dewleta Tirk a dagirker bi artêş, çete û hevkarên xwe re, li dijî gerîlayan çekek tenê jî nemaye ku bi kar neaniye.

Ji lat û zinarên Werxelê jî diyar dibe, ka bomberdimaneke çawa li dijî tunelên şer ên Werxelê pêk hatiye.

Balafirên şer, helîkopterên êrişê, qereqolên li ser sînor ji 9’ê Hezîranê ve vê qadê bombe dikin.

Eskerên Tirk ên li qadê jî bi tonan teqemenî berdidin devê tunelan û diteqînin.

Ji ber ku bi vê bomberdimana dijwar encamê bi dest naxe, artêşa dagirker her roj gaza jahrkirî û çeka kîmyewî bi kar tîne.

Ji xeynî dîmenên li derveyî tunelan û ber deriyê wan, ji nava tunelan jî bandora vê gazê xwe dide der.

Li Garê, Mamreşo û Girê Sor heta niha ji ber vê gaza jahrkirî û çekên kîmyewî gelek gerîla şehîd bûn.

KCK’ê di daxuyaniya xwe ya dawî de têkildarî xweparastina ji vê êrişê ev agahî dan:

Gerîla bi maskeyên gazê û tedbîrên cûda, rê li ber şehadetan digirin.

Naxwe, heta niha di van êrişan de bi sedan gerîla şehîd bûbûn.

Piştî van dîmenan, ku di asta belgekirina sûcê şer de ne, niha tê meraqkirin wê sazî û rêxistinên navneteweyî çi bikin?

Weke KCK’ê pirskirî “gelo Ewrûpa, DYA û NY dixwazin gerîla hemû bi gaza jahrkirî bên kuştin…? An wê bikevin nava hewldanan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv