Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: ‘Dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û cîhan jî bêdeng e’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
DEWLETA TIRK LI DIJÎ GERÎLA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE Û CÎHAN JÎ BÊDENG E

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mustafa Karasu di bernama taybet a Medya Haberê de li ser şerê li dijî dagirkeriya tirk jî rawetiya.

Mustafa Karasu destnîşan kir ku li dijî gerîla çekên qedexe û kimyewî bi kar tîne û wiha got:

Dema êrişa bi çekên kîmyewî li dijî gerîla ye cîhan bêdeng e.

DYA, Ewrûpa, Netewên Yekbûyî dema li hisabê wan were behsa kimyasalê dikin.

Rast ne rast behs dikin, tînin rojevê, zextê li dewlet û hêzan dikin.

Lê dema mutefîkê wan dewleta tirk van çekan bi kar tîne bêdeng dimînin.

Wê demê em jî dipirsin; ji bo dewleta Tirk bikaranîna van çekan serbest û heq e?

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
NIKARIN BERXWEDANA GERÎLA BIŞKÎNIN BI ÇEKÊN KIMYEWÎ ÊRIŞ DIKIN

Mustafa Karasu destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker li hemberî gerîla têk çûye, bi mehan e nikare bikeve tunelên şer, qadên berxwedanê:

Dagirkeriya tirk li hemberî gerîla têk çûye.

Ji bo xwe serkeftî nîşan bide dixwaze komkujiyan bike.

Li dijî tunelên şer kîmyasal û gazên bi jahr bi kar tîne.

Ev hemû sûc in û lazim e dewleta tirk di mehmekeya mafê mirovan de were cezakirin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
DEWLETA TIRK DIXWAZE PDK JÎ ÊRIŞÎ GERÎLAYÊN KURDISTANÊ DIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu siyaseta PDK’ê jî bi zimanekî tund rexne kir û wiha got:

Dewlet tirk ji PDK’ê dixwaze êrişî gerîla bike, ew jî êriş dike.

Li Xelîfanê êrişî gerîlayan kirin.

Dibêjin çi karê gerîla li van deran heye.

Lê nabêjin çi karê dewleta tirk li qadên gerîla heye.

Ne em ne jî tu kurdekî van pêkanînên PDK’ê qebûl nake.

Em nizanin dewleta tirk soz dane wan, soza çi dane, yan jî dijmin soz bide çi ye?

Bi rastî jî em gotinek nabînin ku ji PDK’ê re bibêjin.

Mustafa Karasu di dawiya nirxandinênx we de destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye û heke kurd hemû tevî siyasetên xwe bibin yek wê dewleta tirk çok deyne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv