ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
BERXWEDANA LI ZINDANAN GELEKÎ WATEDAR Û GIRÎNG E
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re mijarên di rojeva gelê kurd de ne nirxandin.
Murat Karayilan der barê pêngav û berxwedanên ji bo azadiya Rêber Apo hatine destpêkirin de diyar kir ku heta azadiya Rêber Apo pêk neyê kurd azad nabin.
Murat Karayilan bal kişand ser berxwedana li zindanan jî û diyar kir ku lazim e ev berxwedan were mezinkirin, ji ber ku azadiya Rêber Apo di heman demê de tê wateya azadiya hemû esîrên di destê dewleta tirk de.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
EM Ê BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN XWERÊVEBERIYÊ ZINDÎ BIHÊLIN
Murat Karayilan der barê salvegera 5’an a berxwedana xwerêveberiyan jî nirxandinên girîng kirin.
Murat Karayilan diyar kir ku berxwedanên xwerêveberiyê weke ku AKP-MHP dibêjin îsyana PKK’ê nebû. Ev daxwaz û taleba gelê kurd a ji dewletê bû.
Di dawiya axaftina xwe de Murat Karayilan diyar kir ku ew dixwazin di sala 2021’ê de gerîlayên serdemê bi her awayî bixin meriyetê.
Sala 2021’ê sala 43’an a partiya me ye. Sala 43’an ji bo têkoşîna me wê nebe saleke normal.
Biryardariya me xurt e ku bi hêza ji şehîdan wergirtî vê sala xwe ya têkoşînê bikin saleke pêşketinê.