HEVSEROKÊ TEVGERA AZADÎ YA CIVAKA KURDISTANÊ MIHEMED EBDULLAH
EV XWEPÊŞANDAN ENCAMA BÊDADÎ Û BÊMAFIYA 29 SALAN E
Hefteyeke li piraniya bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê welatî li dijî nedana muçe û rewşa xirab ya aborî daketine qadan û daxwaza mafên xwe dikin.
Piştî van xwepêşandanan aliyên siyasî her yek bi awayek cûda nêrîna xwe li ser xwepêşandanan tînin ziman.
Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah jî helwesta tevgera xwe ya di derbarê xwepêşandanan de anî ziman.
Mihemed Ebdullah diyar kir ku ev xwepêşandan encama bêdadî û bêmafiyê ye.
Di dewamê de axaftina xwe de hevserokê Tevgera Azadî dest bal kişand ser nedayina mûçe.
Ebdullah da diyar kirin ku kesên daketina kolanan û pêşengiya xwepêşandan dikin nifşê nû yê civakê ne.