JI FERMANDARIYA HERÊMA SERHEDÊ HIŞYARÎ
“ÇETE Û KONTRAYÊN KU DI NAVA XEBATAN DE CIH DIGIRIN WÊ DI HEDEFA ME DE BIN”
Fermandariya Herêma Serhedê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana gerîlla li li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê û ev agahî dan.
Dagirkeriya Tirk ji êrişên xwe yên bi her cûreyê teknîkê ti encam negirt û weke her carê serî li taktîkên şerê qirêj daye.
Li herêma Serhedê dewleta Tirk kar û xebatên kontrayî zêde kirine.
Di bin navê nêçirvanîyê de komên kontra dişîne qadên gerîla, cih û rêbaza tevgera hêzên me dişopîne.
Bi taybet jî vê yekê li qadên Tendûrek, Glîdax û Çemçê, ku artêşa Tirk nikare xwe ji çalakiyên gerîla tevdê pêk tîne
Fermandariya da zanîn ku hêzên gerîla wê di dema pêş de bersivên pêwist bidin van tevgeran û ev hişyarî kir..
Divê were zanîn, ku çete û kontrayên di nava van xebatan de cih digirin, wê bibin hedefa hêzên me.
Divê welatparêzên me jî li hemberî vî şerê qirêj hişyar bin.