PIŞTEVANIYA JINÊ YA EWRÛPA
JI BO DARIZANDINA DÎKTATOR ERDOGAN BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ KIR
Piştevaniya Jinê ya Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê destnîşan kir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li tevahiya cîhanê li dijî maf û hebûna jinê êrişên zayendîperest zêde dibin.
Piştevaniya Jinê ya Ewrûpa êrişên îdeolojiya mêrê serwer li dijî îradeya jinê bibîrxist û got,
Desthilatdariya faşîst a AKP’ê qirkirina civakê herî zêde bi qirkirina jinê pêk tîne.
Jinan dikuje, dest diavêje jinan, talan û mêtingeriyê li wan ferz dike, îradeya wan desteser dike.
Li qadên dagirkirî jinan direvîne, mîna koleyan li bazaran difiroşe.
Yên ku van polîtîkayan herî zêde pêk tîne dîktator Erdogan û rejîma wî ya faşîst e.
Piştevaniya jinê girîngiya kampanya destnîşan kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo darizandina van sûcên dîktator Erdogan bikevin nava liv û tevgerê.”