Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya girtiyên azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 15’an de ye 11.12.2020

 

GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
ÇALAKIYA JI BO AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO DI ROJA 15’AN DE YE

Ji bo azadî û serbestiya rêber APO ev 15 roj in girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê de ne.

Girtî di berxwedana xwe de bi israin û bi peyamên didin banga xwedîderketinê li gel dikin.

Rêxistina TUAY-DER’ê ya Herêma Çukurovayê li pêşiya zindana Tarsûsê daxuyaniyek da.

Tevî malbat û xizmên girtiyan gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê girseyê rêveberê TUAY-DER’ê Tutuş axivî berxwedana girtiyan silav kir.

Tutuş qala rola diyarker a Rêber APO di çareseriyê de kir û got, di hevdîtinên birêz Ocalan re diyar bû di demokratîkbûna Tirkiyê û çareserkirina pirsa Kurd de, xwedî roleke diyarker e. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.Divê demek berî demeke tecrîd bi dawî bibe û daxwazên girtiyan were qebûlkirin

Di vê navberê de piştgiriyek ji bo grevên birçîbûnê yên li zindanan ji girtiyên ji TKP-ML’yê hat.

Li ser navê girtiyên ji doza TKP-ML Derya Ozanyan daxuyanî da û wiha got.

Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de li dijî polîtîkayên tecrîdê û azadiya birêz Ocalan dest bi çalakiyê kirin.

Em jî radigihînin ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza me ye û ji bo piştgiriyê em ê 5 rojan di greva birçîbûnê de bin..

Seroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî li ser grevên birçîbûnê ji ajansa nûçeyan jinnewsê re axivî.

Ozlem Gumuştaş diyar kir ku girtî bi çalakiya xwe bang li me dikin ku bi têkoşîneke hevgirtî em tecrîdê bidawî bikin, faşîzmê birûxînin û azadiyê pêkbînin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv