ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
LAZIM E GELÊ ME SAZIYÊN DEMOKRATÎK LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET TÊBIKOŞIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan der barê bûyerên tecawiz, komkujî, îşkenceyê ku di van demên dawîn de zêde bûne jî ji Radyo Dengê Welat re nirxandin kirin.
Li Kurdistanê bi rêbazên şerê taybet û qirêjî bi taybetî jî jin û ciwan weke hedef hatine girtin.
Li dijî van êrişên bêexlaq pêngava xweûarastinê ya “em xwe diparêzin” a Tevgera Jinên Azad watedar û girîng e.
Murat Karayilan diyar kir ku bûyera herî dawîn a li Kercosê wehşet e.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
EM Ê HISABÊ HEMÛ KIRIYARÊN LI DIJÎ GELÊ ME BIPIRSIN
Murat Karayilan destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze bi kasayeta kurdan bilîze, bi rêbazên qirêj û bê exlaq vê dike, ya ku dagirkeriya tirk li Kurdistanê dike ev bi xwe ye.