Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

MSD’ê li dijî êrişkariya tirk daxuyaniyek da 23.12.2020

 

MSD’Ê LI DIJÎ ÊRIŞKARIYA TIRK DAXUYANIYEK DA
DEWLETA TIRK HEWLDANÊN BIDAWÎKIRINA ŞERÊ LI SÛRIYÊ HEMÛYAN TÊK DIBE

Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD têkildarî êrişên giran ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî da.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mafê QSD’ê heye xaka Sûriyê biparêze û nehêle dewleta Tirk herêmê dagir bike û got;

“Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên ewle yên navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê zêde kirine.

Ev êrişên dewleta tirk û çeteyên wê ve, tevî peymana agirbesê hatiye îmzekirin jî pêk tên.

Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk, van êrişên dijminane şermezar dikin.

li ser êrişên li herêmê pêş dikevin di serî de Rûsya û Amerîkayê, û hemû hêzên cîhanî hişyar dikin ku ev êriş neyên rawestandin dê tevahî hêvî û hewldanên pêkanîna çareseriya siyasî têk biçin.”

Di dewama daxuyaniya xwe de MSD’ê li dijî êrişên dewleta tirk ban li hêzên navnetewî kir û wiha got:

Dewleta Tirk careke din îsbat dike ku dewleteke rêzê ji pîvan û peyamên ku bi xwe pejirandine re nagire.

Em wek Meclisa Sûriya Demokrtaîk diyar dikin ku mafê parastina rewa ya QSD’ê heye ku axa Sûriyê biparêze û nehilê ku tirkiye herêmê dagir bike.

Ji ber vê yekê em bang li Rûsya û Amerîkayê dikin ku dimildest van êrişên Tirkiyê rawestînin.

Her wiha em bang li tevahiya gelê sûriyê dikin, ku ji ber ev pêvajo ezmûneke niştimanî Sûrî ye li hemberî dagirkeriyê bisekinin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv