ŞERÊ TAYBET Ê AKP-MHP’Ê BI DESTÊ HIN MALBATÊN GERÎLAYAN
MÛRAT KARAYILAN: TI KES BI REVANDINÊ NABE GERÎLA, HER KES BI DILÊ XWE DIBE
Di Îlona 2019’an de rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê weke lingekî ji hewldana tasfiyekirina tevgera azadiyê dest bi şerekî taybet û psîkolojîk ê nû kiribû.
Hin malbatên gerîlayan bi xapandinê birin ber avahiya HDP’a Amedê û dest bi provokasyonekê kir.
Jixwe ji roja destpêkirî heta niha derket holê, ku zarokên hin ji wan malbatan ne gerîla ne.
Dîsa kesên ji têkoşînê beriya wî wextî reviyayî bi hevkariya PDK’ê kirin amûrê vî şerê taybet.
Zext li ser malbatên welatparêz kirin, ku herin ber avahiya HDP’a Amedê.
Ji roja ev provokasyona li ber avahiya HDP’a Amedê destpêkirî heta niha, rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê rêbaza 40 salî ya şerê taybet bi rê ve dibe.
Ew jî “revandina ciwanan ji aliyê PKK’ê ve.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan 11’ê Îlona 2019’an di Radyoya Dengê Welat de bersiv dabû vê yekê.
ŞERÊ TAYBET Ê AKP-MHP’Ê BI DESTÊ HIN MALBATÊN GERÎLAYAN
MÛRAT KARAYILAN: NE 10 ROJ 10 SALAN JÎ LI WIR BISEKININ WÊ TI KES VENEGERE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kiribû, ku ti rola HDP’ê ya di vî warî de tine ye.
Mûrat Karayilan bang li malbatan kiribû, ku bi vê kirina xwe serê zarokên xwe nedin tewandin.