KOORDÎNASYONA KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK
LEYLA GUVEN JI BER DOZA AZADIYA JIN Û GELAN HAT GIRTIN
Siyasetmedar Leyla Guven 21’yê kanûnê bi fermana qesrê bi destê dadgeriya dagirker hat esîrgirtin.
Di serî de jin sazî û dezgejên demokratîk nerazîbûnên xwe bi çalakiyên cur bi cur nîşan didin.
Koordînasyona KJK’ê nerazîbûneke tund nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven da.
KJK’ê diyar kir ku Leyla Guven wekî jineke Kurd ji ber ku ji bo azadiya gelan, jinan û mirovayetiyê têkoşiyaye.
Rêzdar Leyla Guven ji aliyê dewleta Tirk a tirsonek hat destgîrkirin.
Têkoşîna azadiyê bê berdêl nabe.
Ew ji ber ku ji bo azadiya gelan, jinan têkoşiya, hat girtin.
Jiyan û helwesta wê ji bo gel û jinên Kurd gelekî bi qîmet e.
Dema em li jiyana wê binêrin em ê bibînin bê azadî çawa ye.
KOORDÎNASYONA KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK
JINÊN KURD WÊ TU CARÎ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN
KJK’ê destnîşan kir ku jiyana Leyla Guven ji bo jinan rêya diçe ber azadiyê nîşan dide.
Ew li hemberî dijwariyan mirov bide pey fikrên azadiyê yên Rêber Apo, wê çawa bibe çavkaniya azadiyê.
Gelê Kurd û jinên Kurd ji ber helwesta Leyla Guven serbilind in.
Em ji dil û can vê berxwedêriya wê pîroz dikin.
Dewlet di şexsê wê de êrişî heqîqeta jinan dike.
Lê wê jinên kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Ev têkoşîn wê teqez azadiyê bîne.
KOORDÎNASYONA KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK
TIFAQA FAŞÎST WÊ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINÊ BI DAWÎ BIBE
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku di şexsê Leyla Guven de dinyayê careke din dît ku jinên Kurd çawa li ber xwe dide, wê çawa li ber xwe bide.
Jin dema ku ji dozekê bawer kir, heta mirinê li pêy wê dozê diçe.
Me jinan baweriya xwe bi îdeolojiya Serok Apo, aniye.
Em ê vê têkoşînê bi biryardariyeke mezin, bêtirs bimeşînin.
Di şexsê Leyla Guven de jî hate dîtin serketin wê bibe para jinê.
Berxwedana jinan, ya gelê me, wê vê desthilatdariyê têk bibe.