DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ
MÎT’A TIRK LI NAVÇA EFRÎN MABATAYÊ 2 SIVÎL REVANDIN
Li gorî agahiyên çavkaniyên ji kantona Efrînê, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl ji gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê revandine.
Yên hatine revandin Elî Elî û Mihemed Mistefa Hemo ne.
Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk her du sivîl ber bi cihekî nediyar ve birine.
Der barê aqûbeta wan de jî ti agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.
Malbatên wan ji jiyana wan di nava fikaran de ne.