SIYASETA QIRÊJÎ
RÊVEBERIYA BAŞÛR DÎSA ROJHILATIYEK RADESTÎ TEHRANÊ KIR
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan radigihîne, Nesrîn Kiyanpûr a 34 salî ya ji bo kar çûbû Başûrê Kurdistanê, teslîmî Tehranê hatiye kirin.
Nesrîn Kiyanpûr ji navçeya Bijar a Sinê ye.
Hêzên Hikûmeta Hewlêrê Nesrîn Kiyanpûr 18´ê Tîrmeha îsal teslîmî rejîma Îranê kiriye.
Rayedarên Başûr gotine, ji ber ku kaxezên îqametê yên Nesrîn nebûne, wan ew dersînor kiriye.
Lê belê derket holê ku Rayedarên Başûr ew bi balefirê radestî Tehranê kirine.
Rêxistina Mafên Mirovan niha piştrast dike ku çavkaniyên wê yên ji hepsa Evînê jê re gotine, Nesrîn Kiyanpûr weke girtiyeke siyasî li hepsa Evîn ragirtî ye.
Çavkanî dide zanîn ku Nesrîn Kiyanpûr bi hevkariya rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê tê gunehbarkirin û piştî lêpirsîneke 2 hefteyan ew şandine hepsa Evîn.
Doza wê hîna ne diyar e û ev du meh in bêyî gunehbariyeke darîçav li zindanê tê ragirtin.