Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Tu ji Ocalan hez dikî?’: Girtiyên ku bersiva ‘erê didin nayên berdan

 

“TU JI OCALAN HEZ DIKÎ ?”
GIRTIYÊN KU BERSIVA “ERÊ” DIDIN NAYÊN BERDAN

Li zindanên Dewleta tirk a dagirker li dijî girtiyên siyasî zext, zilm û êşkenceyeke giran heye.

Bi taybetî jî piştî çalakiya grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber APo hatiye destpêkirin.

Girtiyên ku cezayê li wan hatiye birî temam kirine jî nayên berdan..

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD ya Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek, derbarê zextên li zindana Şakranê de agahiyên girîng dan.

Çîçek, dide zanîn ku ji zindana Şakranê girtiyan ji wan re name şandine û wiha dibêje;

Girtiyan ragihandiye ku ;

Li girtîgehê heyet hatiye çêkirin, û dema cezayê girtiyan xelas dibe diçin cem vê heyetê.

Heyet ji bo berdana wan bi paş bixe, pirsên weke ‘Tu ji Abdullah Ocalan hez dikî? Tu di nav rêxistinê de yî? Pêxemberê te kî ye? Tu misilman î?’ ji wan dike.

Çîçek destnîşan dike ev pêkanîneke kêfî ye, di hiqûqê de ciyê wê tune ye.

Ahmet Çîçek tîne ziman ku bi hinceta şewbê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên siyasî tên zêdekirin û wiha dewam dike;

Di dema çûn û hatina nexweşxaneyê de jî zilm li girtiyan tê kirin û piştî wan ji nexweşxaneyê tînin 15 rojan dixin qawîşa karantînayê.

Çîçek, balê dikşîne ser pêkanînên kêfî yên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan jî û dibêje:

Hemû kevçî û têfikên qawîşa jinan berhev kirine û yên plastîk dane wan.

Ev amûrên plastîk ku maddeyeke kanserojan di wan de heye, ji bo tenduristiya mirovan nebaş e.”

ZEXT Û ZILMA LI ZINDANAN
JI BER DADGEHA BILIND BIRYAR NEDAYÊ GIRTIYÊ SIYASÎ NAYÊ BERDAN

Bûyereke din a bi vî rengê li zindana Bandirma rû da.

Girtiyê siyasî Muzîkjen Metîn Kiliçalsan piştî 6 sal û 9 mehan diviya bû 15’ê Nîsana 2021an de hatiba berdan.

Lê bi hinceta ku Dadgeha Bilind derbarê dosyeyê de biryar nedaye, nayê berdan

Bav Gurgîn Kiliçaslan, anî ziman ku kurê wî bi awayekî bêhihiqûqî li zindanê tê ragirtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv