HEVDÎTINA ÎLHAM EHMED Û ANN LINDE
MIJARA HERDÛ JINÊN SIYASETVAN RÊYA ÇARESERIYA ALOZIYA LI SÛRÎ BÛ
Doh di navbera Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed û wezîra karê derve a Siwêdê Ann Linde hevdîtin pêk hat.
Herdû jinên siyasetvan bi rêya înternetê rewşa giştî ya Sûrî û rêbazên çareseriyê gotûbêj kirin.
Wezîra Siwêdî têkildarî naveroka hevdîtinê li ser hesabê xwe ê twîtterê ev agahî belav kirin.
Ji Bakur û Rojhilatê Sûrî li gel Îlham Ehmed me nîqaşek erênî birêve bir.
Em li ser aloziya Sûrî rawestiyan û me careke din teqeze kir ku wê hevkariya me di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de dewam bike.
Wezîra Karê Derve a Siwêdê wekî din anî ziman ku lazime Meclisa Sûriya Demoratîk bibe beşek ji danûstandinên hevdîtinên Sûriya paşerojê.
Her wiha dûbare kir ku lazime zarokên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî li welatên xwe vegerin.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî hevdîtin weke erênî binav kir û got, wan girîngî daye peydakirina rêyeke siyasî ji bo çareseriya aloziya li Sûrî.
Îlham Ehmed her wiha diyar kir ku hukûmeta Sûrî piştgiriyê dide gelên li Sûrî.