Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Ewrûpa jî şirîk e 30.03.2021

 

EWRÛPA JÎ ŞIRÎK E
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Dema der barê tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de fikar zêde bûn, gelê Kurd nerazîbûneke mezin nîşan da. Newroza 2021’an piranî bû Newroza xwedîderketina li Rêbertiyê. Li hemberî vê rewşê desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê ji bo hêrsa gel nerm bikin, axaftina bi telefonê ya li gel malbatê kirin. Xwestine nîşan bidin Rêber Apo sax e. Yanî tecrîd bi awayê herî giran dewam dike. Rêber Apo gotiye bila parêzer werin hevdîtinê, helwesta xwe zelal daniye holê. Ji birayê xwe re gotiye li vê derê sibe ne diyare dê çi bi me were. Bi vî rengî ragihandiye ku li Îmraliyê pergaleke zext û êşkenceyê pêk tê.

Gotina Rêber Apo ya ‘ne diyare wê sibê çi bibeʼ, divê wekî banga têkoşîna li dijî pergala tecrîdê bê fêmkirin. Hemwext di mijara tecrîda ku xwe nasipêre ti hiquqî, Rêber Apo careke din berpirsyariya Konseya Ewrûpa û CPT’yê jî bi bîr xistiye. Eşkere ye ku, yekîtiya Ewrûpayê di warê demokrasî, hiqûq û mafê mirovan de ezmûna xwe di meseleya Kurd û Îmraliyê de dide.

Ewrûpa niha destûrê dide dewleta Tirk ku Kurdan qir bike. Ewrûpa niha destûrê dide rejîma tecrîd û zordariya giran ya li Îmraliyê. Carna yekîtiya Ewrûpayê dibêje di filan û bêvan mijara mafê mirovan û pêkanînên antîdemokratîk de ’em bi fikarin’. Ev ‘fikar’ bê wate ne. Heta Ewrûpa di meseleya Kurd û pergala li Îmraliyê de li dijî dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan nede, di mijarên demokrasî û mafê mirovan de ti gotineke wê nabe cihê baweriyê. Jixwe yên ku bi bêdengiyê dibin hevkarên qirkirinê, nikarin di ti mijareke mafê mirovan de bi prensîb û nirxên bingehîn tevbigerin. Ev yek eşkere bûye ku ji bo Tirkiyê û heta herêmê klîda çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê li Îmraliyê ye.

Dema klîda li deriyên zîndana Îmraliyê dane hat şikandin, wê demê ew astengiyên li pêşiya demokrasiyê û çareseriya meseleya Kurd jî ji holê radibin. Newroz bi xwedîderketina li Rêbertiyê bi wate bû îsal. Bi hêviya ku ev xwedîderketin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi encam bibe..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv