Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Bi sîxurtiyê li Başûrê Kurdistanê nêçîra mirovan tê kirin 30.03.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BI SÎXURTIYÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NÊÇÎRA MIROVAN TÊ KIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de, rewşa dawî ya li başûrê Kurdistanê û peymana Şengalê ya di navbera PDK, Iraq û dewleta Tirk de nirxand.

Dûran Kalkan, diyar kir ku di encama sîxurtiyê de îro dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê nêçîra mirovan dike û hikumeta herêmê jî piştgirî didê.

Tê zanîn, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo di nav ciwanan û jinan de sîxuriyê pêş bixin çi ji destê wan hat kirin.

Li başûrê Kurdistanê nêçîra mirovan derxistin holê.

Gelek hevalên me di encama birêxstinkirina sîxurên MÎT’ê û hevkarên wan de şehîd bûn.

Divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê vê yekê baş bizanibe û vana nêzî xwe neke.

Ma qet wijdan nemaye, welatperwerî nema ye.

Ji bo tasek şorbe karin van mîlîtanên ku canê xwe ji bo azadiyê raber kirine difiroşin dijmin.

Divê rê nedin van kesan ku di nav civakê de bijîn.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DIVÊ HEM OL Û HEM JÎ NASNAMEYA NETEWÎ YA ŞENGALÊ XWESER BE

Bi mijarê ve girêdayî Dûran Kalkan, rewşa Şengalê jî nirxand û biryara meclîsa xweser a Şengalê ya Berxwedanê silav kir.

Em ji nêz ve rewşa li herêmê dişopînin.

Ya rast helwesta Iraqê ku dest pê kiriye nayê fêmkirin.

Rewşa pratîk li holê ye; xweseriyê dide aliyên cuda û ji gelek xweseriyan pêk tê.

Niha li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê xweseriya Kurdan heye.

Gelo çima li Şengal a ku Kurd e jî ev xweserî pêk nayê?

Ma qey yasayên Iraqê li her derê nayên pêkanîn?

Li Şengalê tevî ku Kurd e, cudahiyeke olî jî heye.

Ji ber vê yekê jî pirsgirêkek xweserî heye, pêdiviya jiyaneke azad heye.

Civakek û di 73 fermanan re derbas bûye li holê ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DIVÊ IRAQ BI ERZANÎ NÊZÎ MIJARA ŞENGALÊ NEBE

Derbarê nêzkatiyên hikumeta Iraqê de jî Dûran Kalkan ev hişyarî kir.

Dibêjin li me gefên dewleta Tirk hene, ê tu jî li hemberî van gefan rabe.

Tu heq û hiqûqekî wê nîne ku gef li te bixwe.

Dema ku Şengalê parast, rêveberiya Bexdayê digot PKK rûmeta mirovahiyê rizgar kir.

Gelo divê ev rûmet neyê parastin bi kuve çû ev rûmet.

Divê Iraq, bi erzanî nêzî Şengalê nebe û vê rûmetê biparêze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv