Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: PDK’ê Hewlêr rûreş kir

 

PDK’Ê HEWLÊR RÛREŞ KIR
MIHEMED SEYDÎ / WELAT

Ev zêdetirî heyvekê ye ku nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cihad Hesen û 2 endamên PYD’ê ku fermî karê dîplomasiyê li başûrê Kurdistanê dikin, girtî ne. Ev beşeke din a siyaseta ku li hember Rojava tê meşandin e. Ji kolandina xendekan ku jê re hat gotin xendekên şermê û heta girtina derî û avakirina qereqolan di nava Başûr û Rojava de. Ev hemû siyaseta ku PDK’ê li hember Rojava dimeşîne.

Piştî êrîşên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spiyê jî me dîsa bala xwe daye ku çiqasî kîna PDK’ê li hember rojavayê Kurdistanê heye. Wê demê dîsa derketin û beniştê xwe yê her car cûtin û gotin ku dewleta tirk ne dijminê kurdan e û PKK sedeme ku dewleta tirk êrîş bike. Her wextî wê ENKS’ê jî derket û got PYD sedeme ku dewleta tirk hat Efrînê ji PYD’ê rizgar bikin. PDK çi be, ENKS jî çêlikê wê ye û bi van komikan destwerdana Rojava dikin. ENKS hem amûrê destê tirkan e û hem jî darê destê malbata Barzanî ye ku pê Rojava qels dikin.

Ev hemû siyasetên PDK’ê ne ku li Hewlêrê birêve dibe. Lê Hewlêra ku PDK’ê kiriye cihê êrîşa li dijî kurdan, di 2014’an dema êrîşa DAIŞ’ê de gerîla parastin û bi vê re bedena Barzanî jî hat parastin.

Her Rojava ji bo Başûr û statuya wê başî xwestiye û xwestiye bibe pişt ji bo wê lê di bin navên cûda de PDK’ê dar avêtiye nava tekerê şoreşê.

Em dikevin 10’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ku her kesî xwest ji holê rake û heta niha didome. Wê hinek derkevin û bibêjin na, PDK di dema Kobanê de destek da YPG û Rojava, ne xêr ez jî li vir bibêjim; di berxwedaniya Kobanê de ez jî 136 rojên şerê bajar û rizgarkirina wê de li wir bûm û min jî dişopand ka ew 75 pêşmergeyên PDK’ê li wir ji bilî xwarinê tiştek nedikirin û hin caran foto ji xwe re nava kavilan de digirtin.

Dîsa jî em li vir dibêjin vaye belkî PDK nikare serbest bi Rojava re têkiliyan deyne ji ber zextên dewleta tirk lê dema zextê li Rojava bike, ew ê tu niyeteke baş a wan nexuyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv