YEKITIYA WERZÎŞÊ YA HERÊMA CIZÎRÊ
LI DÊRIKÊ DIBISTANEKE FOTBOLÊ VE KIR
Klûba Werzîşê ya Dêrika Hemko, dibistaneke fotbolê ji bo zarokan vekir.
Di dibistanê de wê rahênerên pispor perwerdeyê bidin.
Di merasîma vekirinê de, rêveberê dibistanê Xalid Xalid axivî û got ku armanca wan pêşxistina zarok û ciwana ye.
Li dibistanê wê zarokên ji temenê 7 heta 16 salî karibin perwerdehiyê bibînin.
Heta niha 250 zarok navên xwe li dibistanê tomar kirine.