Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meral Çîçek: Polîtîkaya Almanya ya Kurdan

 

POLÎTÎKAYA ALMANYA YA KURDAN
MERAL ÇÎÇEK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Hefteya derbasbûyî wê roja Yekşemê kongreya KCDK-Ewrûpayê pêk hatiba. Lê beriya kongreyê bi 2 rojan Almanyayê qedexe kir. Saziyeke fermî ku li Ewrûpayê ye û astengiya wê bi qedexeya li ser PKK’ê re têkildar kirin. Almanyayê di sala 1993’an de PKK qedexe kir û Dewleta pêşî ya Ewrûpayêye ku qedexe daniye ser PKK’ê. Ev qedexe nêzî 30 sal in dewam dike. Bi vê qedexeyê re mafê siyasetê û berxwedanê jî ji destê Kurdan hatiye girtin.

Dema ku qedexe ji KCDK-Ewrûpayê re ragihandin di malpera kovara Focûsê de nûçeyek li ser mijarê hat weşandin. Di nûçeyê de dihat gotin PKK ya ku li Almanya qedexe ye dixwaze roja Yekşemê kombûnekê bike. Ev jî rêbazek şerê qirêj e. Dema mirov wê nûçeyê dixwîne wekî ku ji Yenî Şafak an jî ajansa Anadolûyê ya Tirkan hatiye wergerandin. Ji serî heta binî nûçeyek derew. Yekser polîtîkaya Almanya destnîşan dike.

Di nava NATO’yê de karê Almanyayê kontrolkirina Kurdan e. Ev yek gelekî hat gotin. Nûjenkirina komploya 15’ê Sibatê careke din di civîna NATO’yê de hat erêkirin. Helwesta Almanya li dijî însiyatîfa Parastina Kurdistanê, serdegirtina malên Kurdistaniyan û qedexeya li ser KCDK-Ewrûpayê mînakên wê ne.

Dewleta Alman bi van êrişan dixwaze kêfa Erdogan bîne. Ev gotinek şaş e. Polîtîkaya Almanya ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi Erdogan dest pê nekiriye. Zêdetirî 40 sal in vê polîtîkayê dimeşîne. Eger em biçin beriya wê jî heman tişt heye. Di dema Osmaniyan de jî têkbirina serhildanên Kurdan Almanya li ser kar bû.

Generalê Artêşa Almanyayê Moltke di şerê yekemîn ê cîhanê de cih girtiye û pirtûka wî ya bi navê ji Çiyayên Kurdistanê heye.

Di pirtûka xwe de qala wê dike bê çawa bi Osmaniyan re serhildanên li Kurdistanê têk birine.

Di civîna dawî ya NATO’yê de jî Ewrûpayê biryar da ku tevî Almanya û Amerîkayê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li ser piyan bihêlin.

Dewleta Alman parçeyek ji pirsgirêka Kurd e. Ew dixwaze rejîma faşîst li ser piyan bihêle.

Divê ev polîtîka bibe rojev û teşhîrkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv