Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: PDK riya êrişa li ser Şengalê vedike 04.03.2021

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
PDK RIYA ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ VEDIKE

Li hember gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê, aliyên siyasî, oldar, serokeşîrên Şengalê, saziyên jinan û saziyên sivîl banga xwedîderketina li Şengalê dikin. Bi rojan e xelkê Şengalê jî li qadan e û xwedî li sazî û rêveberiya xwe ya xweser derdikevin.

Di demeke ku dewleta tirk jî rasterast gefa êrîşkirina li ser Şengalê dixwe, aliyên ku rê ji dewleta tirk re vedikin xwe nîşan didin û weke ku dewleta tirk dostê civaka êzidiye, daxwazan jê dikin.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, şandeyek ku navê şandeya êzidî li xwe dike, ligel konsolosxaneya tirk a li Hewlêrê civiya ye û di civînê de qala ihtîmala operasyonên dewleta tirk a li ser Şengalê hatiye kirin.

Kesê bi navê nûnerê Mîrê Êzdiyan Cewher Elî Beg ji dezgeheke ser bi PDK’ê ve radighîne ku ew li ser daxwaza konsolosxaneya Tirkiyê di 7’ê sibatê de civiyane û konsolosxane ji wan re gotiye; “eger artêşa Tirk êrîşî Şengalê bike jî, wê hewl bidin ti ziyan negihêje xelkê wê.”

Di heman hevpeyvînê de Elî beg bûyerên li Efrînê ku bi serê êzidiyan de hatine tîne ziman, lê nabêje ku dewleta tirk a ku van yekan dike, tenê qala komên li wir dike.

Gelo yên diçin li gel rayedarên dewleta tirk a li Hewlêrê dicivin, kor in, nizanin ku dewleta tirk e yê êzidî jî di serî de hemû kurdên li Efrînê di qirkirinê re derbas dike? Li aliyê din kî dikare bêje ku destê PDK’ê dîsa di şandina vî kesê bi navê Elî beg de tune ku çûye gel konsolê tirk li Hewlêrê.

Ev rewş heman rewşa rojavayê Kurdistanê tîne bîra me. Dema dewleta tirk dixwast êrîşî herêmê bike, rayedarên PDK’ê derdiketin û qala ewlehiya sînorî ya Tirkiyê dikirin û digotin ji ber PKK’ê li wir e, Tirkiye êrîş dike. Heman tişt bi zimanê ENKS’ê jî dewleta tirk digot û serkirdeyên ENKS’ê derdiketin û digotin sedem PYD ye û dewleta tirk ji wan re gotiye ew dijminatiya kurdan nakin ew ê tenê êrîşî PKK-YPG-PYD’ê bikin. Lê rewşa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber çavê her kesî ye.

Wer xuya dike ku dewleta tirk piştî têkçûyîna li hember gerîla ya li Garê dixwaze berê xwe bide Şengalê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv