Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Muhsîn Ewedellah: Însiyatîfa ereb a ji bo azadiya Ocalan çima û çawa ava bû? 04.03.2021

 

MUHSÎN EWEDELLAH / ROJNAMEYA ŞEMS NEWS
ÎNSIYATÎFA EREB A JI BO AZADIYA OCALAN ÇIMA Û ÇAWA AVA BÛ?

Di 22’emîn salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fikra avakirina Însiyatîfa Erebî ji bo azadiya Ocalan pêşket. Ev jî di encama gotûbêjên di navbera komek rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên Misrî de destpê kir. Di van gotûbêjan de gihîştin fikreke hevpar ku em di vê mijarê de rol bilîzin û lobiyek ava bikin, ji bo zextê li Tirkiyeyê bikin, dawî li destdirêjî û binpêkirinên li dijî gelê Kurd û Abdullah Ocalan bîne.

Rewşenbîr û çalakvanên Ereb, beşdarî însiyatîfa ku li Misrê hate avakirin bûn. Ev jî nîşaneya bihêzbûna peywendiyên gelê Kurd û Ereb e.

Însîyatîfa ku ji Misrê dest pê kiriye û ronakbîr û çalakvanên Ereb beşdarî wê bûne, xurtbûna têkiliya di navbera gelên Ereb û Kurd de vedibêje. Tirkiyê bi dehan salane hewl dide nakokî û parçebûnê bixe navbera gelê Kurd û Ereb de û di hinek deman de encam girtibe jî, ev însitîyatîf hewl dide bibe pirek nû di navbera gelê Kurd û Ereb de, wan bîne gel hev. Her wisa hewl dide li dijî vê siyaseta dagirkeriyê ya Enqereyê derkeve.

Li gel ku ev Însiyatîf nû hatiye avakirin jî, serkeftî ye. Di nava rewşenbîr û gelê Ereb de deng veda, di demeke kurt de jî bû manşeta ajansên nûçeyan. Însyatîfê bi daxwaza azadkirina Ocalan, karî zêdeyî 8 hezar îmze ji kesayetên Ereb berhev bike û hîn jî ev hejmar zêde dibe. Ya rastî bi milyonan Ereb amade ne bi daxwaza berdana Abdullah Ocalan, tevlî kampanyaya îmzeyan bibin. Însiyatîf wê di dema pêşde zêdetir xebat bimeşîne ji bo fikrên Ocalan bi Ereban bide nasîn.

Demeke diyar ya Însiyatîfê nîne, wê xebat û çalakiyên me berdewam bikin, heya bigihijin armanca xwe. Ji ber armanca înstîyatîfê azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo em bigihijin vê armanca xwe jî wê çalakî û xebatên me yên danasîna fikrên Ocalan berdewam bike. Her wiha emê zilma Tirkiyê ya li ser gelê Kurd bixin rojevê û li dijî wê rawestin.

Ji bo bi dawîkirina tecrîda salan a rejîma Tirkiyê ya li ser Ocalan û giştî gelê Kurd, ev însiyatîfa Erebî ya ji bo azadiya Ocalan tenê destpêkek e. Dibe ku ev kampanya bibe wesîleyek ji bo yekbûna Kurd û Ereban.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv