FREEDOM HOUSE RAPORA XWE EŞKERE KIR
DI MIJARA BINPÊKIRINA AZADIYÊ DE TIRKIYE DI RÊZA 2’AN DE YE
Rêxistina mafê mirovan a bi navê Freedom House ku navenda wê li Washingtonê ye rapora xwe a sala 2020’an eşkere kir..
Rapor bi navê “Demokrasî di bin dorpêçê de ye” bi raya giştî re hate parvekirin û tê de ciheke berfireh ji bo rewşa Tirkiyê hatiye veqetandin..
Rêxistin îşaret bi wê yekê dike ku di pêvajoya belavbûna Koronayê de asta demokrasiyê li cîhanê pir daketiye û bû sedem ku lîderên otorîter sûdê ji vê rewşê bigrin..
Di vî warî de jî herî zêde bal hatiye kişandin ser siyaseta Tirkiyê..
Li gorî rapora Freedom House, di nava 10 salên dawî de cara pêşî ye ku azadî ew çendî li Tirkiyê tê binpêkirin..
Bi vî awayî li ser asta cîhanê, piştî Malî, Tirkiye di mijara binpêkirina azadiyan de cihê xwe di rêza duyemîn de girt..
Rapor destnîşan dike ku di nava welatên ne azad de Tirkiye 31 derece paşde cûye û wiha dewam dike:
Erdogan hê jî hewl dide ku bibe xwedî hêza mezin a siyasetê.
Ji bo vê li Tirkiyê piraniya dezgehên ragihandinê bi yek ziman û manşetî destekê didin hukûmetê. Ji bilî wan saziyên din ên ragihandinê di bin zextan de ne.
Bi sedan kes ji ber parvekirinên xwe yên tevna civakî hatin binçavkirin. Kesên têkldarî operasyonên leşkerî fikrên xwe tînin ziman jî hatin dadgehkirin.
Ji ber rêjîma otorîter, her ku diçe Tirkiyê ji demokrasiyê dûr dikeve.
Rapor cih daye destwerdanên Tirkiyê yên leşkerî li Lîbya, Yemen û Qerebaxê.