Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: ‘Li pişt gefên Erdogan bazarek heye’

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
LI PIŞT GEFÊN ERDOGAN BAZAREK HEYE

Erdogan herî dawî di 30’ê îlonê de berê xwe da Rûsyayê û li gel serokê wî welatî Pûtin re hevdîtin kir lê tiştekî ku li ber çavan xuya kir nebû.

Serokê AKP’ê di balafirê de dema ku vedigeriya Tirkiyê, berpirsê Amerîkayê ya Rojhilata Navîn Brett McGurk bi hevkariya kurdan re bi nav kir û got ku ew wekî lîderekî PKK’ê tevdigere. Vê mesaja Erdogan da xuyakirin ku dest vala ji Rûsyayê jî vegeriyaye.

Ji ber êdî Erdogan di siyaseta xwe ya derve de tiştek bi dest nexist, dîsa berê xwe da kurdan. Ji bo careke din êrîşên xwe li ser kurdan pêk bîne niha di nava tevgerê de ye.

Di 12 rojên destpêkê yên meha cotmehê de, Li Ezaz, Efrîn û Babê teqîn pêk hatin. Ev teqîn jî wekî yên beriya xwe bi destê çeteyên dewleta tirk bi xwe li dijî hev pêk hatin. Sedemên van êrîş û teqînan jî yan li ser talanê li hev nekirine yan jî diziya hev kirine. Dîsa çend top li Qirqamoşa li hember Cereblusa dagirkirî ketin û çend leşker û polîsên dewleta tirk di nava axa Sûriyeyê de hatin kuştin.

Piştî van Erdogan dîsa derket û gefa êrîşê li ser herêmên Rêveberiya Xweser xwar û hincet jî êrîşên ku li ser leşker û deverên wan pêk hatine bû.

Ev bûyer, gotinên serokê MÎT’ê Hakan Fîdan ku destpêka aloziya Sûriyeyê de digot; “ketina Sûriyeyê hêsan e, ez çend zilaman bişînim wî alî, bila çend topan biavêjin vî alî, em ê bikin hincet û derbas bibin” tîne bîra me.

Wer xuyaye ku amadekariya êrîşeke nû ya li ser herêmê tê kirin. Dibe ku bazar li gel Rûsyayê hatibe kirin. Erê rast e Amerîka got em ji herêmê venakêşin lê li Minbic, Kobanê, Eyn Îsa û heta xeta Qereqozakê hêzên amerîkî tune ye û dema rayedarên HSD’ê ji wan re bibêjin ka helwest nîşan bidin, dibe ku dîsa wekî dema ku Efrîn hat dagirkirin, bibêjin em ne li wir in û ji destê me tiştek nayê û Rûsya li wir e. Ne dûr e Rûsya bazarek li ser deverên kurdan li gel dewleta tirk bi Erdogan re kiribe.

Ya girîng ew e ku bakurê Sûriyeyê xwe li gorî şerekî li ber deriyan amade bike û hem hêza xwe ya civakî hem jî ya parastinê baştir amade kiribe. Dewleta tirk dijminê kurdan e û heta ji destê wê were, ew ê bixwaze herêmên kurdan ji Kurdan vala bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv