Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seyîd Evran: ‘Encamên hilbijartina Iraqê û Başûrê Kurdistanê’

 

SEYÎD EVRAN / ANF
ENCAMÊN HILBIJARTINA IRAQÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

10’ê Cotmehê li Iraq û Başûrê Kurdistane hilbijartinên giştî çêbûn. Piştî hilweşandina dîktatoriya Sedam Hisên a sala 2003’an ev cara pêşî bû ku hilbijartina zûwext çêdibin.

Ji ber xwepêşandanên li Bexda û li bajarên din ên Şiî yên li başûrê Iraqê ku Cotmeha 2019’an dest pê kirî û bi qasî salekê dom kirin, hilbijartina zûwext çêbûn. Di van xwepêşandanan de gelek daxwazên gel hebûn ku di serê van daxwazan de hilbijartina giştî ya zûwext hebû û dixwestin ku hikûmet îstîfa bike.

Piştî xwepêşandanan bi 2 mehan Serokwezîr Adil Evdilmehdî îstîfa kir. Piştî îstîfakirina Evdilmehdî bi 5 mehan hikûmeta Mistefa Kazimî ava bû. Kazimî bi gelek sozan hikûmet ava kir û soza wî ya pêşî pêkanîna hilbijartina giştî bû. Hilbijartin çêbû lê ne pir zû çêbû ji ber ku xwepêşandanan dixwestin ‘hilbijartin aniha” bibe.

Xwepêşandêran dixwestin ku yek ji partiyên hazir jî nekeve hilbijartinê lê li gel vê jî hemû partî ketin hilbijartinê.

Dema ku mirov li encamên hilbijartina Başûrê Kurdistanê û Iraqê binere gel got, ”em we nawazin, hûn nikarin me rê ve bibin, ji ber vê em deng nadin we”. Heke mirov vê peyama gel rast nexwîne, mirov xwe ji serboriya Sedam re hazir bike. Sedam bawer dikir ku ti kes û ti hêz nikare pê û jê weye ku wê tim li ser kar bûya.

Her wiha encameke din a ku ji vê hilbijartinê were derxistin helwesta gel a li bara demokrasiya Amerîka û Ewrûpayê ye. Ji ber ku tekane berpirsê rewşa parçeyî ya Iraqê Amerîka û koalîsyona navnetewî ye.

Encamên hilbijartinê li ber çavan e. Partiya ku dengên wê herî zêde kêm ketî PDK ye lê dîsa jî xwe weke serkeftiyê hilbijartinê nîşan dide.

Hilbijartina beriya niha jî PDK xwe weke partiya herî zêde deng standî û gelek parlamenter derxistî dît, li gel ku Mam Celal û Mesûd Barzanî li hev kiribûn jî, îdîa kir ku Serokkomariya Iraqê ji wan re ye û Berhem Salih di ber Fuat Hisên re kire namzet. Bi ser neket lê namzetê xwe nîşan da. Di vê hilbijartinê de jî PDK wê bi hrman îdîayê rabe.

Serokkomar wê bibe kî. Ev ê di navbeyna PDK’ê û YNK’ê de bibe problemek. Pirseke din a ku divê were bersivandin; kî wê bibe serokê meclîsê û serokwezîr. Li Iraqê heta ku hemû hêz li hev nekin hikûmet ava nabe û serokwezîr diyar nabe. Ya din, heta ku Îran û Amerîka li hev nekin, ne serokwezîr û ne jî serokkomar diyar nabe. Ji ber vê jî di navbeyna Kurdan de problem be jî ,kesekî ku ji hêla Amerîka û Îranê ve neyê qebûlkirin nabe serokkomar. Ji ber vê diyar e ku piştî hilbijartinê problemeke giran li ber Iraqê ye û wiha bi hêsanî wê çareser nebe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv