Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Amadekariyên zivistanê

 

AMEDAKIRIYÊN ZIVISTANÊ
JINÊN SEMSÛRÊ JI BO DEBARA XWE BERHEMÊN ZIVISTANÊ AMADE DIKIN

Li gundê Kistanê yê herêma Xisor a Semsûrê, amadekariyên zivistanê destpêkirin.

Jin bastêq, kesme, mewîj, tirşî, îsot û bacanên hişk û ava îsot û firingiyan amede dikin.

Li aliyê din jî ji bo rojên serma ên zivistanê ji hiriya pez lihêf û doşek tên çêkirin.

Armanca jinan bi van amedekariyan zivistanek xweş û bê zehmet derbasbikin.

Jina kedkar Gonul Alagoz behsa amadekariya çêkirina şêraniyen zivistanê dike.

Li gel wê ji şîrê pez jî gelek berheman amade dikin.

Gonul Alagoz berhemên ku ji bexçê xwe jê dike û hişk dike dibêje: em naxwazin ji derve bikirin, gelekî buhaye û tahma wan jî tune ye.

Li aliyekî wê galonên dimsê û li ber wê şîraniya kesmê behs dike bê ka çawa vê şîraniyê çêdike.

Gonul Alagoz ji bo zivistaneke germ jî derbas bikin vê dibêje.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv