Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mezlûm Ebdî li gel wezîrê parastinê yê Swêdê hevdîtin pêk anî

 

PÊWENDIYÊN ROJAVA Û SIWÊD
MAZLUM EBDÎ LI GEL WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ SIWÊDÊ HEVDÎTIN PÊK ANÎ

Di çarçoveya pêwendiyên Swêd û herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî de, hevdîtineke girîng di navbera berpirsên herdû aliyan de pêk hat…

Hevdîtina mijara gotina bi rêya vîdeo-konferansê hat li darxistin.

Ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûrî, fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî û şêwermendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd beşdar bûn.

Li ser navê rêveberiya Swêdê jî wezîrê parastinê yê welêt Peter Hultqvist amade bû.

Di hevdîtinê de aliyan, mijarên girêdayî şerê li dijî terorê, berdewama êrişên çeteyên DAIŞ’ê û bandora wê li herêmê û cîhanê, her wiha pirsgirêka kampan, jinûve geşkirina herêmê û destekdayîna bi QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin.

Wezîrê Parastinê yê Siwêdê xwest ku Koalîsyona Navneteweyî kar bike da ku encamên baş derkevin holê û wiha got:

Nûkirina binesaziyê û peydakirina jiyaneke ewle û bi rûmet, wê bi awayekî mezin di têkbirina rêxistina DAIŞ’ê de bibe alîkar.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî têkildarî mijarê anî ziman ku hevdîtina wan erênî bi encam bûye û got;

Hikumeta Siwêdê piştevaniya xwe ya ji bo çareseriya aloziyên li herêma Bakur-Rojhilatê Sûrî ragihandiye.

Mazlûm Ebdî wekî din peyam da ku ew ê herdû alî pêwendiyên xwe li qadên ewlehî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam bikin.

Fermandarê QSD’ê di berdewama axaftina xwe de operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ya li Kampa holê dewam dike bi bîr xist û bang li aliyên pêwendîdar kir, da ku welatiyên xwe ên li qampê bigirin…

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd jî destnîşan kir ku li herêmê şerên demdirêj qewimîn û gelek koçber lê hene, ji bo jinûve avakirinê pêwîstî bi desteka navneteweyî heye.

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser xeteriya belavbûna vîrusa korona li herêmê û tunebûna derfetên ji bo bidawîkirina wê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv