Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Divê xelk xayinan tecrîd bike

 

DIVÊ XELK XAYÎNAN TECRÎD BIKE
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Dema polês û leşkerên dewleta Tirk Kurdan dikujin, ji bo daxwaz û şewqa wan a kuştina Kurdan neşikê, nayên cezakirin. Wekî din, hevkarên vî şerê dewletê yê li dijî Kurdan jî tên parastin, cînayet û sûcên wan jî bêceza dihêlin. Çawa ku kujerên Roboskî ceza nekirin, lê xelat kirin, wisa jî kujerên malbatên Şenyaşar û Îzol jî nayên cezakirin. Ya dimîne xelat e, ew jî ji bo vê dewletê ne cihê gumanê ye. Bi vî rengî ji Kurdên hevkarên dewletê û xayîn re dibêjin, dewlet li pişta we ye. Heta, ji bo ku Kurdan biperçiqînin, bitirsînin dewlet van hevkar û xayînan destek dike, teşwîqî êrişên wiha dike.

Êrişa li dijî malbata Şenyaşar di rastiyê de li dijî tevahiya Pirsûs-Sirûcê ye. Li Pirsûsê Kurdîtî, welatparêzî xurt e. Bi vê êrişê xwestin îradeya gelê Pirsûsê bişikînin. Gelê Pirsûsê ku ji 7 salî heta 70 salî piştgiriya berxwedana Kobanê kirî, xwestin bi vî awayî ceza bikin. Îbrahîm Yildiz wekî hevkarekî dewletê û xayînekî ev êriş pêk aniye. Jixwe, ji ber vê kiryarê, Yildiz xelat kirin û xistin nava rêveberiya AKP’ê. Ji bo hevkariya bi dewletê re bidomînin, kefçikek hingiv dan ber devê xayînan.

Lazim e ti kes silavê jî nede vê malbatê. Dewlet van hevkarên xwe ceza nake, wan tenê xelat dike. Lê belê, wekî li dijî hemû xayînan tenê gel bi xwe wê bibe xwedî helwêst. Muheqeq dê roj were, ev mirovên destê xwe xistin xwîna Kurdên welatparêz, dê hesab bidin. Lê cezayê herî mezin ew e ku civak wan îzole bike, tecrît bike. Cezayê herî bi bandor û mezin ev tecrîda civakî ye. Mesela, heger li Pirsûsê ti kes silavê nede vê malbatê, wê çawa be? Divê civak wan di nava xwe de bi exlaq û wijdanê civakî ceza bike.

Ew rûreşên Pirsûsê û Rihayê hemûyî ne. Heger dikaneke wan heye, bila ti kes neçe derziyekê jî ji wan nekire. Dîsa heger karekî wan heye, divê ti kes neçe ber destê wan neşixule. Mesela dema ji van kujeran yek li kolanê serbest digere, yên li hawirdorê awirên, tu kujer î, lê bibarînin, dê çi bibe? Bi nihêrînekê, bi awirekî jê re bibêjin tu xayîn î, kujerê 3 Kurdên welatperwer î. Bi rastî xelkê Pirsûsê, her mirovê bi wijdan tenê bi awir û helwêstên xwe dikare wan kujeran ceza bike. Pirsûsa Kurdperwer dikare bi rihetî vê yekê bike, kujeran bi edaleta civakî ceza bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv