Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Yên ku qala hiqûq û edaletê dikin li hemberî sîstema êşkenceyê bêdeng in

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
YÊN KU QALA HIQÛQ EDALETÊ DIKIN LI HEMBERÎ SÎSTEMA ÎŞKENCEYÊ BÊDENG IN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê.

Dûran Kalkan bi berfirehî li ser rewşa Rêber Apo, sîstema êşkenceyê ya li Îmrali û têkoşîna li hemberî vê sîstemê sekinî.

Diyar kir ku yên pirsgirêka Îmrali derxistine, di dewama sîstema îşkenceyê de israr dikin.

Yanî yên ku soz didin li ser soza xwe nasekinin.

Yên ku qala hiqûq û edaletê dikin, dema mijar dibe Îmrali bêdeng dimînin.

Hêzên ku vê sîstemê afirandine jî, heya dawiyê di berdewama vê sîstema dijmirovî de israr dikin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DADGEHA MAFÊ MIROVAN ÇIMA LI HEMBERÎ CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DENG DERNAXE?

Têkildarî “nexşerêya” ku Rêber Apo sala 2009’an ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê re rêkiribû jî Dûran Kalkan got;

Rêber Apo, di wê nexşerêyê de, hêza Tevgera Azadiyê ya di çareseriya hemû pirsgirêkên civakî de raxistibû holê.

Ev bi agahiya desthilata AKP’ê hat şandin, ango tiştekî veşartî nîn bû.

Wekî beşek ji parastina xwe radestî dadgeha mafê mirovan kir.

Temamê vana hiqûqî ne.

Wê demê jî desthilata AKP ango Tayîp Erdogan hebû îro jî dewam dike.

Niha rabûne piştî 12 salan vê yekê wekî hincet nîşan didin û cezayê dîsîplînê li Rêber Apo dibirin.

Dadgeha Mafê Mirovan jî nabêje; tu nikarî ji ber vê yekê ceza bidî.

Dadgeha Mafê Mirovan; qaşo îddia dike ku saziya herî mezan cîhanê ye dengek jî dernaxe.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
CPT YA KU BI ÎDIA YE EDALETÊ BELAV DIKE, LI HEMBERÎ MIJARA ÎMRALIYÊ BÊDENG E

Têkildarî rola CPT’yê ya di sîstema Îmraliyê de jî Dûran Kalkan got;

CPT ya ku bi îddia ye edaletê belav dike, li hemberî mijara Îmraliyê bêdeng e.

Îşkenceyeke vekirî heye, ji ber ku parastina xwe rêkiriye dadgeha mafê mirovan Rêber Apo ceza girtiye.

Wê çaxê bila bibêjin ku mafê te tine ye tu parastina xwe binivîsî, lê bêdeng dimînin.

Ji vir jî ev derdikeve; CPT ew sîstem e ku Îmraliyê ava kiriye.

Li vê derê hiqûq tine ye, rewşeke vekirî ya rehîngirtinê heye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
RÊBER APO JI BER FIKRÊN XWE LI GIRAVA ÎMRALI RÊHÎN TÊ GIRTIN

Derbarê sedemên zextên li ser Apo jî Dûran Kalkan nirxandin kir.

Rêber Apo, ew kes e ku doza azadiya gelekî dimeşîne, rêberê gelekî ye…

Ew rêberê ku gelên herêmê wekî “rêber” lê xwedî derketine, dixwazin dev ji fikrên xwe berde.

Armanca sîstema tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê ev e!

Saziyên li Ewrupayê, dîtinên komeleya mafê mirovan jî wekî referans nagirin.

Çi li ber çav digrin?

Biryarên sîstema Faşîst a AKP/MHP’ê ku dixwaze gelê Kurd qir bike li ber çavan digirin.

Gelo bi vî awayî dibe. Ê li ku ma edalet, hiqûq, mirovahî…

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
JI BO TINEKIRINA FAŞÎZMÊ NIHA DEM DEMA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE

Dûran Kalkan, ji sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê DYA’yê wekî berpirs destnîşan kir û bal kişand ser pêngava “Dem dema azadiyê ye” û got;

Niha dem dema têkoşînê ye, naxwe divê em têkoşînê nîqaş bikin.

Çareserî wê çawa pêk were? Wê bi têkoşînê pêk bê.

Naxwe wê têkoşîn çawa pêk bê, divê em vê yekê nîqaş bikin.

Bi tena serê xwe “yekîtî” tu tişt îfade nake, têkoşîn biserdixe.

Yekîtî, tifaq û têkilî, ji bo zêdetir têkoşîn pêk were tê kirin.

Ji ber ku faşîzm êrişeke topyekûn e, li hemberî wê jî têkoşîneke topyekûn divê.

Ya divê were kirin ev e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv