MEYZENA JIN A 18 SALÎ
REHEF ZILFO: EZ TENÊ LI MEYÊ NADIM, LI DIJÎ HIŞMENDIYEKÊ JÎ ŞER DIKIM
Rehef Zilfo ya 18 salî, jineke ciwan e ku ji 8 saliya xwe ve li navenda Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn ciyê xwe digire.
Endama Koma Stêra Zêrîn e û gelek amûrên muzîkê bikar tîne.
Lê ya sereke ji bo Rehef Mey e.
Bikaranîna Meyê ji bo xwe wekî şoreşekê dibîne û dibêje: “Li Rojava yekem car e jinek li meyê dixe.
Ez ne tenê li meyê dixim, li dijî hişmediyekê jî şer dikim. Ez dixwazim feraseta şaş ku di nava civakê de çêbûye, bişikînim.”