Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Axa Başûr bi îhaleyan tê firotin

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
AXA BAŞÛR BI ÎHALEYAN TÊ FIROTIN

Li herêma Behdînanê bi êrîşkariya dewleta tirk ve girêdayî gelek bûyer diqewimin. Gelê herêmê li dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe tînin ziman. Di çarçovaya derfetên xwe de gel dixwaze pêşî li vê tevgera dagirkerî û talanê bîne. Lê sed mixabin ku ji aliyê hikûmeta herêma federal a Kurdistanê ve tu gav ango bertekek ji bo van êrîşan pêş nakeve.

Bêguman ev êrîşên dewleta tirk ne yekalî ne. Lewma mirov nikare van êrîşan tenê di çarçoveya pevçûnên eskerî de bigire dest û binirxîne. Ji bo analîzkirin û nirxandina vê mijarê divê mirov berê xwe bide pêwendiyên PDK’ê yên bi dewleta tirk re. Ji ber ku di rêvebiriya PDK’ê de gelek kes hene ku ji nêz ve di nav hevkariya dewleta tirk de ne û ev kes li herêmê ji berjewendiyên neteweyî zêdetir li gor berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigerin.

Ji ber vê nêzîkatiya rêvebiriya PDK’ê li başûrê Kurdistanê jî ji derveyî hin aliyan dengekî xurt dernakeve der. Kesên ku li ser mijarê dixebitin jî ji aliyê heman kesan ve tên astengkirin. Ji ber vê yekê li başûrê Kurdistanê û di nav raya giştî ya kurd de pênaseya hevkariya dewleta tirk û PDK’ê tê kirin. Bêguman ev nêrîn wek me da diyarkirin ne jixweber in. Ger PDK’ê ev êrîşên dagirkeriyê erê nekiriba û bi hêzên dagirker re nebûya alîkar wê li herêmê rewş cuda ba. Lê mixabin îro kesên ku xwe wek nûnerên siyasî yê gelê kurd pênase dikin bi dijminên kurdan re di nav hevkariyeke qirêj de ne.

Ger pêşî li vê hevkariyê neyê girtin wê ne tenê li qadekê ango li devereke çiyê tenê, li gelek deverên Kurdistanê destkeftiyên gelê kurd ji destên wan bên girtin. Armanca sereke ya vê plana berfireh û demdirêj, bêîradekirin û tunekirina kurdan e. Divê mirov wisa li mijarê binêre. Di van çend rojên derbasbûyî de di çarçoveya lihevkirina dewleta tirk û rayedarên PDK’ê de hin xalên din jî derketin holê. Wisa diyar e ku gelek deverên herêma Behdînanê ji dewleta tirk re hatiye hiştin. Ji bo artêşa tirk li herêmê bi cih bibe jî hebûna “PKK’ê” wek qozekî tê bikaranîn.

Hin xalên lihevkarina di navbera PDK û dewleta tirk de hatiye kirin, aşkera bûn. Li gor vê lihevkirinê wisa diyar e ku li ser jîngeha Kurdistanê jî peyman hatine îmzekirin. Kesên ku qadê ji nêz ve dişopînin dibêjin ku; dewleta tirk û PDK’ê birîna daran erê kirine. Ev kar jî di beramberî hin îhaleyan de dane malbata Tahir Babatê cerdevan ku eslê xwe ji Qilebanê ye

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv